Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin 2020-07-22 15:16:05 DERSIM - Ji bo Gulîstan Doku ya 200 rojin agahî jê nayê girtin, dest bi valekirina Gola Bendava Ûzûnçayirê hat kirin.    Ji 5’ê Çileyê ve agahî ji xwendekara refa 2’yemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîsan Doku nayê girtin. Li gel kamerayên mobesa yên navenda Dersimê jî, hemû xebatên lêgerîna Dokû ya 200 rojin windaye, ya di Gola Bendavê ya Ûzûnçayirê de bêencam man. Li ser daxwaza malbata Dokû ya li Dersimê dimîne, biryar hat dayîn ku Gola Bendavê ya Ûzûnçayirê bê valekirin.    DEST BI VALEKIRINA BENDAVÊ HAT KIRIN   Piştî biryarê îro dest bi valekirina Gola Bendava Ûzûnçayirê hat kirin. Berdevkê Wezîrtiyê û Alîkarê Wezareta Karê Hûndir Îsmaîl Çatakli jî, ragihand ku wan dest bi valeke kirina bendavê kiriye.