Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome 2020-07-22 15:57:32 ŞIRNEX – Dermankirina jina ciwan R.O. a 17 salî ji ber ku malbata wê xwestibû wê bi darê zorê bi zewicîne û xwestibû întîhar bike û bi giranî birîndar bûbû didome.  Li gundê Dilopkê ya girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê jineke ciwan a bi navê R.O. ya 17 salî bi çeka bavê xwe yê cerdevan gule berdabû xwe û xwestibû  întîhar bike. R.O. piştî gule berda bû xwe bi giranî birîndar bibû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî mudaxileya ewilî R.O. ji ber rewşa wê giran bûbû, ew sewqî  Nexweşxaneya  Lêkolînê ya Rihayê hatibû kirin.    Malbata R.O xwestibû ku wê bi darê zorê bi berdêl bizewicîne û wê jî li dijî vê daxwazê ketiye nava hewldanê ku xwe întîhar bike.    Hat ragihandin ku hêj rewşa R.O. giran e û xeterebûnê re rûbirû ye û li nexweşxaneyê dermankirina wê didome.