Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin 2020-07-22 17:06:34   RIHA - Endama meclîsa Şaredariya HDP'ê Sema Aişeoglû ji bo îfade bide çû Midûriyeta Polîsan a Rihayê û li wir hat binçavkirin.    Endama Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewagê Sema Aişeoglû, di çarçoveya lêpirsîneke derbarê wê hatibû birêvebirin de, ji bo îfade bide çû Midûriyeta Polîsan a Rihayê û li wir hat binçavkirin.    Aişeoglû ya bi îdîayên beşdarî xebatên Kongreya Civakî Demokratîk (KCD) bûye hat binçavkirin, li Midûriyeta Ewlekariya Bajêr tê girtin.