Civîna MGK’ê bi dawî bû 2020-07-22 19:23:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna MGK’ê ku di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat lidarxistin, bi dawî bû. Piştî civînê danezana MGK’ê hat weşandin. Civîna Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ku di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat lidarxistin, bi dawî bû. Civîn li Kuliyeya Serokkomariyê pêk hat û bi qasî 2 saet û nîvan berdewam kir. Piştî civînê danezana MGK’ê ku têde hat weşandin. Di danezanê de li ser şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, gengeşiya Lîbyayê, êrîş û operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê, mudaxaleya Tirkiyeyê ya li Behra Spî û hewldanên Tirkiyeyê yên li Qibrisê hat rawestandin.