Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev 2020-07-22 19:52:47   STENBOL – Hevserokên HDP’ê di çarçoveya Hevdîtinên Demokrasiyê de li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev. Hevserokan got ku dê ciwanên HDP’ê gotina xwe jî bibêjin û dê îttîraz jî bikin. Hevdîtinên Rêxistina HDP’ê yên ku di çarçoveya Hevdîtinên Demokrasiyê de dabû destpêkirin didomin. Ji bo bernameya îro ku dê bi şîara “Tev bi hev re hevdîtinên ciwanan” li Parqa Maçka ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê bihata lidarxistin, HDP’î hatin gel hev. Lê ji ber ku Walîtiya Stenbolê Parqa Maçkayê bi hinceta ewlehiyê qedexe kir, hevdîtin li Parqa Yogûrtçû ya navçeya Kadikoy pêk hat. BEŞDARÊN HEVDÎTINÊ Beriya hevdîtin bi çend saetan polisan parqê dorpêç kir û dema bernameyê kesên ku hatin parqê ji aliyê polivan ve di lêgerînê de hatin derbaskirin. Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê, endamên Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclisa Partiyê (PM), rêveberên rêxistinên navçe û bajar ên HDP’ê, dayikên şemiyê û rêxistinên ciwanan tevlî hevdîtinê bûn. BIKEVE TEVGERÊ Beşdaran berdilkên ku li ser wan “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi serkevin” nivîsandîbûn li xwe kirin. Li qada ku hevdîtin lê pêk hat jî parkartên li ser wan “Ji bo înşakirina pêşerojeke azad tev bi hev re bikevin tevgerê” , “Ne ji bo întiharê, ji bo jiyana azad û perwerdeya zikmakî, zanîst, demokratîk bikeve tevgerê” , “Li dijî tacîz û tecawizê ji bo jinên ciwan ku tên windakirin bikeve tevgerê” , “Tû nîn bî kê/î niha nîn be kîngê” hatin daleqandin. Girseya hevdîtinê timik dûrişmeyên mîna “HDP hêvî ye û li ser piya ye” , “Biji Berxwedana Ciwanan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Rihê ciwanan hêvî ye û li ser piya ye” hatin berzkirin. GOTINÊN CIWANÊN HDP’Ê HENE  Di hevdîtinê de her du hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axaftin kirin û polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jin û ciwanan rexne kirin. Her du hevserokan jî bal kişandin ser têkoşîna ku ji hêla ciwanên HDP’ê ve tê meşandin û gotin ku dê ciwanên HDP’ê gotina xwe jî bibêjin û dê îttîraz jî bikin. Hevserokan, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê ji ciwanan ditirse û ji ber ku bi ciwanê dest pê kirine dê bi ciwanî bi serkevin. CIWANAN NÊRÎNÊN XWE ANÎN ZIMAN  Piştî axaftinan kursî hat danîn û hevdîtin bi anîna ziman a nêrîn û pêşniyazên ciwanan berdewam kir. Dema ku ciwanekî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polisan mudaxaleyî hevdîtinê kir. Ji ber mudaxaleya polisan di navbera wan û parlamenteran de nîqaş derket. Li ser hevdîtina parlamenteran a bi wan re polis ji qada hevdîtinê vekişiyan û hevdîtinê bi axaftina ciwanan berdewam kir. Hevdîtinê konser dayîna Koma Hevran bi dawî bû.