Jinek li Amedê hat kuştin 2020-07-23 08:26:51   AMED - Li Navçeya Rezan a Amedê jina 34 salî Mucella Demîr bi çekê hat kuştin. Demîr ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Yunus Emre ya Navçeya Rezan a Amedê jina 34 salî Mucella Demîr ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin. Demîr, ku bi çekê bi giranî birîndar bûbû, kesên ew bi birîndarî li kolanê dîtin rakirin nexweşxaneyê. Heta ku ambulans hat cihê bûyerê û Demîr rakirin nexweşxaneyê, Demîr li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku heta niha tu kes têkildarî bûyerê nehatine binçavkirin.