Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev 2020-07-23 09:12:24     STENBOL – Porspiyên ku di nav “101 Porspiyan” de cih girtibûn û diyar kirin ku bersivên erênî digirin û gotin ku ji bo muxalefet di çareserkirina pirgirêkan de kêm dimîne, divê hêzên demokrasiyê bên gel hev.    Nivîskar, ronakbir, helbestkar û hunermend jî di nav de “101 Porspiyan” bal kişandibûn ser şertên welat û bang kiribûn ku di serî de ciwan hemû beşên civakê di tifaqa demokrasiyê de bên gel hev. Niqaşên vê danezana ku ji aliyê pirspiyan ve hat weşandin didomin. Prospiyên ku danezanê îmze kiribûn û cûda cûda hem rexne li desthilatê hem jî li muxalefetê kiribûn, sedemên îmzekirina danezanê û bersivên ku digirin veogtin.    MUXALEFET NE DI REWŞA ÇARESERKIRINÊ DE YE   Nivîskar Eşber Yagmûrderelî, bi bîr xist ku di danezanê de giranî dane rewşa muxalefetê ya li hemberî desthilatê û mijara organîzekirina ciwanan a li hemberî rewşa heyî û wiha got: “Tişta girîng rewşa muxalefetê ye. Dema desthilata AKP’ê ji sedî 50’yê civakî mehkûmî jiyana li ber sînorê xîzaniyê hatiye kirin. Li dijî vî divê dengê muxalefetê xurt derkeve lê wisa nîne. Di serî de di partiya muxalefetê ya sereke de di partiyên din belavbûnek heye. HDP’ê derveyî vê nirxandinê digirim. Lewre rewşa wê cûda ye. Ez qala partiyên tifaqa millet û partiyên din dikim ku peywira xwe bi cih naynin. Rewşeke wan a muxalefetê ya li hemberî pirsgirêkên girîng tuneye. Mirov bi çavê hilbijartinê lê binêre heke ev muxalefet bê desthilatê dê nikaribe pirsgirêkên heyî çareser bike.”   PIRSGIRÊKA BINGEHÎN ŞOREŞA DEMOKRATÎK E   Yağmûrderelî, destnîşan kir ku hem di warê feraseta bîrdozî d e hem jî di warê qadroyan de rewşa muxalefetê ya ku rewşa hîqûqê ya heyî biguherîne tuneye û ev tişt anî ziman: “Şopdarê polîtîkayên rastgir in. Lê pirsgirêke dema dirêj a Tirkiyeyê heye. Pirsgirêja bingehîn a Tirkiyeyê şoreşa demokratîk e. Zordestiya li ser bawerî û nasnameyan didome. Hem jî bi tundiyê didome. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tu projeyeke muxalefetê tuneye. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên şoreşa demokratîk jî niyeta wê tuneye. Ji ber vê sedemê heke di pêş de hilbjartin çêbibe û hikumet biguhere jî dê li Tirkiyeyê pir tişt neguherin. Heke hêzên demokrasiyê hem li qada muxalefetê hem jî dema ku bên desthilatê vî tiştê bikin dê pêşiya welat vebibe. Ji bilî vê di demeke nêz de pêşeroja Tirkiyeyê tarî ye. Ji bo çareserkirin û guhertina vê rewşê me daxwaz kir ku ciwan hê bêtir nêzî siyasetê bin.”   XISÛSA GIRÎNG TIFAQA DEMOKRASIYÊ YE   Zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay, anî ziman ku tişta herî girîng a danezanê banga ji bo tifaqa demoksaiyê ye û ev tiş got: “Dibe ku ev banga Tifaqa Milletê hatibe fêmkirin, le hêvîdarim ku wiha nehatibe fêmkirin. Lewra tişta qala wê tê kirin ne Tifaqa Millet e. Li gorî min ev daxwaza maf û azadiyan, demokratîkbûna Tirkiyeyê, pergala parlamenteriya demokratîk, daxwazên berfireh ên beşeke mezin a civakê û çareserkirina pirsgirêka kurd bû. Ji ber vê min îmze kir. Ji bilî kesên ku navê çep û “têr nake lê erê” li xwe kirine, bersivên ji bo danezanê baş bûn.”   HEVDÎTINA DEMOKRASIYÊ YA JI HEV CÛDA DIFIKIRIN   Nivîskar û rojnameger Aydin Engîn jî got ku danezanê peyama hevdîtinê daye welatiyên tirk, kurd, cihû û ermenî yên welat. Engîn, bal kişand ser nasnameya kesên mîna Ahmet Turk û Yaşar Okûyan ku di MHP’ê parlamenter hatine hilbijartin û wezîrtiyê kirine û Fehmî Korû ku danezanê îmze kirine û ev tişt anî ziman: “Yekitiyek ku heta îro nehatiye dîtin pêk hatiye. Kesên danezanê îmze kirine dibêjin ku di prensîban de dikarin bên gel hev. Ev ji bo Tirkiyeyê gelek girîng û nirxdar e. Ji bilî hin kesên nîjadperest ku nîqaşa kesên di danezanê de cih girtin dikin, ji aliyê gelek derdoran ve rastî eleqe û pişgiriyeke mezin hat. Ev piştgirî kesên ku bangê amade kirin jî matmayî hişt. Divê êdî gavek bê avêtin. Lê ev gav ne gavekî ku ji aliyê 101 porspiyan ve bê avêtine. Ji gelek derdorên cûda bangên wiha dikarin bên kirin û sînorên tifaqa demokratîk bê firehkirin. Wê gelek jî xweş be. Hêvîdarim di rojên pêş de bigihîje vê yekê. Ev jî dê bibe sedema xurtkirina hêviyên me yên ku demeke dirêj e qels bûne.”   MA / Îdrîs Sayilgan