Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan 2020-07-23 09:14:37     STENBOL – Li navçeya Beyoglû, welatiyê bi navê Serdar Tûrgût ku li ser wesayîta seyyar kofte difirot, ji aliyê polis û notirvanan ve hat derpkirin. Ev derpkirin ket qamerayan.    Di 7’ê tîrmehê de li Parqa Hecî Ahmet a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê welatiyê bi navê Serdar Tûrgût ku li ser wesayîta seyyar kofte difirot, ji aliyê polis û notirvanan ve hat derpkirin. Tundiya ku li Tûrgût hat kirin ji aliyê qamereya dikanakê ve hat qeydkirin. Dî dîmenan de tê dîtin ku polisek hewl dide Tûrgût li erdê dirêj bike û polisek jî gelek caran pihînan li serçavê wî dide. Polisê ku bi pîhînan li Tûrgût dide, piştre bi porê wî digire û kulma li ser çavê wî dide. Dîsa dîmenan de tê dîtin ku bi dehan polisên ku di destê wan ço hene li ser serê Tûrgût rawestiyane.   ‘HER TIŞT JI ME TÊ PIRSÎN’   Turgût, vê serboriya xwe vegot û diyar kir ku polis destpêkê nasnameya wî jê xwestine, piştre wesayîta wî ya kofte lêgerîn kirine û ji berk u tiştekî nedîtine çêrê wî kirine û heqaret lê kirine. Tûrgût, da zanîn ku ji bo hînkirina rewşê ji polisan pirsa “Hûn li çi digerin?” kiriye û wiha got: “Polisan bersiva îxbara hişbirê heye dan min. Piştî polisan zabita jî hatin. Wesayîta min ji destê min girtin. Dema ku ez li dijî wan derketin çêrê ku mirov nikare bîne ziman ji min re kirin. Ji ber ku niştecihên taxê bertek nîşanî wan da tundiyê li min kirin. Bi ser niştecihên taxê re qîriyan gotin ku li taxê her tişt ji wan tê pirsin. Piştre jî gazê berdan û herkesî bela kirin.”   YEK PÊ DIGIRE Û YEK JÎ LÊ DIDE    Tûrgût, bi lêv kir ku piştî vê yekê ji qadê dûr ketiye lê 2 polisan wî şopandiye û ev tişt got: “Hatin di pişt de min ço kirin. Li ser çokirina wan ez ketim erde. Polisek bi min girt û polisek jî li min da. Di dîmenan de jî jixwe diyar e. Yek ji wan destê min di pişt de girêdabû û yek ji jî bi kulm û pihînan li ser çavê min dida. Kesên li parqê bertek nîşanî polisan dan. Polisan jî wan re got ku amîr, dozger û dadgerê vir jî ew in. Piştre gelek polis hatin. Wisa li min dan derveyî mirovahiyê bû.”   LI KESÊN KU TUNDIYÊ QEYD KIRIN JÎ TUNDÎ HAT KIRIN    Di berdewamê de Tûrgût, anî ziman ku piştî vê tundiya lê hatiye kirin polisan wî li maşîneya xwe siwar kirine û wiha dirêjî da vegoıtina xwe: “Her wiha polisan li kesên ku tundiya li min hat kirin qeyd kirin jî tundî kirin û ew binçav kirin. Telefonê kesên ku tundiyê kişandin şikandin. Dîmenên hin kesan jê birin. Hin kesan jî piştî min binçav kirin. Heke ew dîmen hebûna dê tundî hê zelaltir derketina holê. Ev tenê beşeke tundiyê ye. Em ê qet vê tundiyê qebûl nekin.”   TILIYAN ŞIKANDIN   Tûrgût, destnîşan kir ku dema tundiya ku lê hatiye kirin birayên wî yên bi navê Azîz û Hakan jî li cem bûne û wiha pêde çû: “Li wan jî dan 2 tiliyên piyê rastê yê Azîz şikandin. Ev tilî bi rojan di alçiyê de man. Îşkenceya ku min dît di raporên nexweşxaneyê de jî heye. Bi raporan min serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê da û piştre jî ez ê giliya van polisan bikim.”   ŞAHIDAN JÎ TUNDIYÊ VEGOT   Şahidê tundiya ku li Tûrgût hat kirin Muhîtin Kaya, diyar kir ku destpêkê polis û notirvan li parqê berî ser pişta 3 kesan dane û ji ber ku neqefaltine heqaret kirine û ev tişt anî ziman: “Polisan gotin, ‘herkes here malên xwe, em ê we tevan bikujin’. Ji 20 kesan zêdetir li Tûrgût dan. Min jî dîmenên vê kêliyê kişand. Li erdê li serê wî didan. Polisan serê wî kiribû nav milên xwe yekî jî lê dida. Dema ku min dikişand notirvanekî min ferq kir. Hatin destê min di pişt de kelemçe kirin û li erdê dirêj kirin. Min bi erdê ve kaş kirin û birin cem Tûrgût û birayên wî. L imin jî dan û min binçav kirin. Li qereqolê xwestin tgelefona min j imin bigirin. Çend polisan bi zorê dîmenên min girtibû jê birin.”    MA / Mehmet Aslan