AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir 2020-07-23 16:38:54   ENQERE - AYM'ê serlêdana CHP’ê ya li dijî “Bir Baroyî" û “Notirvaniyê" red kir.    Parêzerên Partiya Gel a Komarê (CHP,), li dijî pergala “Pir Baroyî" û "Notirvaniyê" ku li gel bertek û nerazibûnên civakê û rêxistinên muxalif dîsa di meclîsê re derbas kiribûn, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) piştî der barê serlêdanan de lêkolîn kirin, serlêdanên parêzerên CHP'ê yên têkildarî "Pir Baroyî" û "Notirvaniyê" red kir. AYM'ê daxwaza CHP'ê ya betalkirina zagonan red kir.