Li Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda ne 2020-07-24 07:36:29   MÛŞ - Li Gundê Dêrikê yê Navçeya Milazgîrtê ya Mûşê 2 xwişkên biçûk winda bûn. Malbatê ji bo dîtina herdu xwişkan dest bi lêgerînê kirin.    Li Gundê Dêrikê yê Navçeya Milazgîrtê ya Mûşê xwişkên 5 salî D.A û ya 3 salî D.A winda bûn. Duh piştî saet di 19.00'an de xwişk winda bûn malbat û gundî ji bo dîtina zarokan setin nava lêgerînê. Malbata ku li nava gund li zarokên xwe geriyan, piştî li gund nedîtin serî li fermandariya cendirmeyan û yekineyên AFAD’ê dan.    Piştî malbatê serlêdan kirin, yekîneyên cendirmeyan û AFAD li herêmê dest bi lêgerînê kirin.