Ciwanan li dijî destdirêjî û tecawizê banga ‘bikeve tevgerê’ kir 2020-07-24 10:42:27   AMED – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî bûyerên destdirêjî û tecawizê yên zêde bûne bang li xelkê kir ku bikevin tevgerê.    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di çarçoveya kampanya “Bikeve tevgerê” de ji bo balê bikişînin ser bûyerên kuştina jinan, destdirêjî û tecawizên di rojên dawî de zêde bûne, li kafe û parkan bang li xelkê kirin ku bikevin tevgerê.    ‘BÊDENG NEMÎNIN Û DESTÛR NEDIN’    Ciwanên HDP’yî yên li kafe û parkan bang li xelkê kirin wiha gotin: “Pinar Gultekîn li Mûglayê bi awayek hovane hat qetilkirin. Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet di dewrê de ye. Li Êlih û Şirnexê çawişên pispor dest dirêjî zarok û jinan dikin û tecawizî wan dikin. Gelek polîtîkayên wek van ku qirêj in tên birêvebirin. Bêdengî hevkarî ye. Ev hemû encama polîtîkaya bêcezakirinê ye. Ev bûyer roja ku diçin zêde dibin. Heta ku em bêdeng bin wê ev bûyer zêde bibin. Sûcdar, tecawizkar, destdirêjker tên berdan û jinên li dijî van sûcan têdikoşin û dixwazin van bûyeran rawestînin tên girtin. Bêdeng nemînin û destûr nedin. Em li dijî êrişên ser zarok, jinan, civakê, xwezayê, sewalan pêk tê rabin û têbikoşin.”