Malbatê 2 xwişkên winda dîtin 2020-07-24 12:30:55   MUŞ – Li Gundê Dêrikê yê Navçeya Milazgîrtê ya Mûşê 2 xwişkên biçûk winda bûn. Malbatê ji bo dîtina herdu xwişkan piştî li nava gûnd û dervê gund geriyan, 2 xwiş li dervê gund li nava zeviyê dîtin.    Li Gundê Dêrikê yê Navçeya Milazgîrtê ya Mûşê xwişkên 5 salî D.A û ya 3 salî D.A winda bûn. Duh piştî saet di 19.00'an de xwişk winda bûn malbat û gundî ji bo dîtina zarokan setin nava lêgerînê. Malbata ku li nava gund li zarokên xwe geriyan, piştî li gund nedîtin serî li fermandariya cendirmeyan û yekineyên AFAD’ê dan. Piştî malbatê serlêdan kirin, yekîneyên cendirmeyan û AFAD li herêmê dest bi lêgerînê kirin. Malbat, cendirme û yekîneyên AFAD'ê piştî lêgerînê saet di 03.00'ê şevê de 2 xwişk li dervê gund di nava zeviyekê de dîtin. Hat zanîn ku tenduristiya 2 zarokan baş e û zarok teslîmî malbatê kirin.