Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne 2020-07-24 14:49:59   STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Rapora Binpêkirina Mafan eşkere kir û ji 25 girtîgehên cuda 187 serlêdan li komeleya wan hatine kirin û 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Rapora Binpêkirinên Mafan a 3 mehan li girtîgehên Herêma Marmarayê qewimîne eşkere kir. ÎHD’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîn li dar xist. Seroka komeleyê Gulseren Yolerî û rêveber beşdar bûn.    Yolerî raporê eşkere kir û diyar kir kul i 25 girtîgehên cuda 187 serlêdan ji bo komeleya wan hatiye kirin û 2 hezar û 314 binpêkirinên mafan qewimîne. Yolerî da zanîn ku di her serlêdanê de gelek binpêkirin hene û di meha nîsanê de 533, di meha gulanê de 645 û di meha hezîranê de jî hezar û 136 binpêkirinên mafan qewimîne.    BI HEZARAN BINPÊKIRIN   Yolerî destnîşan kir ku mafên wek tenduristiyê, sohbet, werzîş, qada hevpar, kelûpel û gelek mafên din hatine desteserkirin û bi vê yekê re îşkence li girtiyan hatiye sepandin û bi giştî 2 hezar û 314 binpêkirin pêk hatine. Yolerî anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafên girtiyan her ku çûne zêde bûne û xwest mafên girtiyan li wan bên vegerandin û mafên tenduristiyê neyên sînordarkirin.