Li Girtîgeha Osmaniyê 4 girtî 19 rojin di greva birçîbûn de ne 2020-07-24 21:37:34 OSMANIYE - 4 girtiyên li Girtîgeha Osmaniyê dimînin, li dijî astengkrina mafê xwe yê dermankirinê 19 rojin di greva birçîbûnê de ne.     4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyê dimînin, ji ber ku mafê wan ê dermankirinê dihat astengkirin di 6'ê Tîrmehê de dest bi greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê bi navê Mehmet Farûk Ergîn ê ji Doza Nisêbînê girtiye, Baver Başar, Îbrahîm Halîl Karataş û Akar Îkbal di roja 19'emîn de dewam dike. Engîn ê ku di lingê wî yê çepê de parçeyên şerapnelê hene, ev saleke wî nabin nexweşxanê û bi vî awayî tedawiya wî tê astengkirin. Başar, Îkbal û Karatş bi armanca şermezarkirina ne dermankirina Engîn tevlî çalakiyê bûn û dixwazin demildest hevalê wan bê dermankirin.