Geverê bêav hiştin 2020-07-25 09:02:27   COLEMÊRG - Bi salane pirsgirêka avê ya navçeya Geverê ku ev du serdem in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin nayê çareserkirin. Welatiyên Geverê, ji bo pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin, bi tanker û bîdonan avê dikêşin.    Li navçeya Gever a Colemêrgê ku 100 hezar nifûsa wê heye, bi salane pirsgirêka wê ya avê bi tu awayî nayê çareserkirin. Şaredariya ku du serdeman Partiya Demokratîk a Ggelan (HDP) qezenc kir û qeyûm hat tayînkirin, pêdiviya avê ya gel bi cih nayîne. Qeyûmê şaredariyê, li gel ku avê nade gel jî, lê fatûreyên avê 50 û 150 li gel dibire. Êdî welatî ji ber vê rewşê bêzar û tengav bûne. Ji ber pirsgirêkên avê, êdî welatî nikarin makîneyên xwe yên firaq û kincan bi kar bînin û bêkêr mane.    BI TANKÊRAN AVÊ BELAV DIKE   Bîrgûl Sakar a bal kişan ser pirsgirêkên xwe yên avê wiha îsyan kir: “Em bi bîdoman avê dikêşin, pê paqijiyê dikin û serê xwe dişûn. Em tim bêav û perîşanin. Şaredarî pirsgirêka ava me çareser nake. Em her tim gilî dikin. Tenê tên kontrola dikin û paşve diçin. Em hemû karê xwe bi avê dikin. Dema av tunebe mirov nikare tiştekê bike. Her 10 roj carekê bi tankêrên agirkuj avê tînin taxê, lê ev av jî nayê vexwarin. Êdî em nizanîn ku emê derdê xwe ji kî re vebêjin.”    FATÛREYÊN AVA KU NAVEXWIN DIDIN   Şefîk Sakar jî, diyar kir ku wan bi dehan car serî li rayedaran dan, lê nekarin xwe bigihînin kesekê û wiha bertek nîşan da: “Em bê xwedî mane. Kes xwedî me dernakeve. Ava ku ji me re tînin jî, ava çeme. Ji bo avê dema em telefonê rayedaran dikin jî, em mûxatap nabînin. Dema em diçin şaredariyê jî kes nirxê nade me. Qet bi me re eleqedar nabin. Gava ku em derdê xwe vedibêjin jî, ji me re dibêjin ‘Ev ne pirsgirêka me ye.’ Gelo ev pirsgirêk ne ya şaredariyê û dewletê be, wê demê ya kiye? Gelê me bê xwedî maye. 11 rojin di malên me dilopek av tuneye. Me xwest em biçin qeymeqamtiyê, lê destûr nedan hevdîtinê Şaredarî jî guh nade vê pirsgirêka me. Di ser de jî her tim fatûreyên avê li me dibirin. Em niha fatûreyên ava ku em venaxwin didin.”    ‘ME CEZA DIKIN’   Fatma Aslan a hevjîn û du kurên wê di înşaetê de dixebitin û dema bi şev tên malê av tuneye ku serê xwe bişûn jî, wiha mexdûriyeta xwe anî ziman: “Li mala me qet av tuneye. Êdî serşok û tualeta me bêhn didin. Hevjînê min û zarokên min heya şev di înşaetê de dixebitin. Dema tên malê nikarin serê xwe bişûn. Wisan xuya dike ku dixwazin ji bêaviyê me bikuşin. Bi zanebûn em terkî bêaviyê kirine. Dema em diaxin em xirab dibin, lê dema em bêdeng dimînin jî me bêav dihêlin. Jiyana me ser û bin bûye.”    Welatiya bi navê Emîne Aslan jî, wiha pirsgirêka xwe ya avê parvekir: “Em tenê avê dixwazin. Bi rêk û pêk ava me nayê dayîn. Ji qirêjiyê êdî em ji xwe  nefret dikin. Hin caran mehê carekê em serê xwe dişûn.”    Kiymet Dogma ya nexweşa KOAH jî, da zanîn ku divê ji ber nexweşiya xwe rojê çend caran mala xwe paqij bikim, lê ava tuneye û wiha axivî: “Ne tenê ava vexwarinê ya Geverê tuneye. Êdî em nikarin ji bo xwe baxçeyekê jî biçînin. Ne şaredarî û ne jî mûxdar pirsgirêka me çareser nake. Ji me re gotin heya payîzê wê çareser bikin. Lê çaredar nakin. Êdî rewş wisan bûye, em parsektiya avê dikin. Her roj ji me re dibêjin paqijiya xwe dîqat bikin. Di vê rewşê de emê çawan paqijiya xwe diqat bikin? Gever bê xwedî ma ye.”   'QEYÛM NIKARIN VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN’   Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de hat hilbijartin û dûre qeyûm tayînê cihê wî hat kirin jî, dest nîşan kir ku qeyûmên du caran tayînî şaredariyê hatin kirin, gelê Gever dibin çirava deynan de hiştin û wiha got: “Qeyûm nikarin pirsgirêka ava yê navçeyê çareser bikin. Ji vê pirsgirêkê pir dûrin. Vê rewşê welatî perîşan kiriye.”