Pisporê Xîzmeta Civakî: Şerê tê kirin nirxên civakî hildiweşîne 2020-07-25 09:07:40   ŞIRNEX - Pisporê Xîzmeta Civakî û Hevserokê SES’ê Umut Çîmen, der barê zêdebûna êrîşên zayendî û encamên wê de axivî û got: “Mixabin, travmayên ku ji hêla mirovan ve bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê hatine afirandin, di nava civakê de dibe sedema şikestinên mezin. AKP’ê pêvajoya çareseriyê paş de xist û dest bi şer kir. Vê jî rê li ber pêşiya trajediyên mirovî û civakî vekir.”   Li herêmê di demên dawî de bûyerên êrîşên zayendî zêde dibin. Gelek bersûcên êrîşên zayendî nayên cezakirin û serbest tên darizandin. Têkildarî êrîşên zayendi yên zêde dibin,  Pisporê Xîzmeta Civakî û Hevserokê SES’ê Umut Çîmen axivî. Çîmen êrîşên zayendî wekî  “Travmayên Civakî" pênase kir. Çîmen, anî ziman civaka ku rastî êrîşên zayendî tên, travmayên mezin derbas dikin û sedemên zêdebûna êrîşên zayendî şerê ku tê meşandine.    ‘TRAVMA PÊŞIYA ŞIKESTINÊN CIVAKÎ VEDIKE’   Çîmen, diyar kir ku şerê heyî li herêmê pêşiya travmayên mezin vekir û wiha axivî: "Travma ji bo me ji du cureyan pêk tê. Ya yekem travmayên ku bi destên mirovan tên afirandin û ya din jî travmayên ku mirov di bûyerên xwezayî de tecrûbe dike. Bi van du mijarên sereke, em li ser têkçûna giyan û tendûristiya mirovan re mijûl dibin. Mixabin, travmayên ku ji hêla mirovan ve bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê hatine afirandin, di nava civakê de dibe sedema şikestinên mezin. AKP’ê pêvajoya çareseriyê paş de xist û dest bi şer kir. Vê jî bi xwe re pêşiya trajediyên mirov û civakî vekir. Ev pirsgirêk di sala 2016’an de dest pê kir û xwe bi awayeke tund nîşanî civakê da. Ji salên 90’î û pê ve gelê Botanê careke din di sala 2016’an de dîsa bi vî şerî re rû bi rû ma. Di vê pêvajoyê de, gelê Botanê bi hilweşandin û tunekirinê re ket pêvajoyek nû. Di vê pêvajoyê de, nimûneyên dayika Taybet, pitîka Mîray û Nîhat Kazan beriya wê hene. Li kolanan pêvajoyek ku laşên mirovan ji hêla pisîkan ve hatin xwarin heye. Pêvajoyek ku bi kişandina laşên ciwanan ên li paş panzêrê dihat kaşkirin heye. Di van pêvajoyan de, gel ne tenê malên xwe, bajar, baxçe û kolanên xwe winda kirin. Di heman demê de  tenduristiya xwe ya civakî jî winda kir.”   ‘ŞERÊ KU TÊ MEŞANDIN PERGALA NIRXÊN CIVAKÊ HILDIWEŞÎNE’   Çîmen, anî ziman ku her sal diçe êrîşên zayendî zêdetir dibin û wiha got: "Tişta herî biçûk jî dikare bandorek neyînî li ser van  mirovan bike. Ma kesekê ku trawmatîze bûyî dê encamek çawa diyar bike? Tundî, hewldana destavêtinê û hwd, wê demê tu saziyekê ev rewş cidî negirt. Dema ku em li Daneyên 2014-2015’an dinêrîn tenê 17 zarokên ku ber bi sûcê ve birin ji van zarokên ku hewceyê parastinê  hene dibînin. 6 ji van zarokan mexdûrên îstîsmara zayendî bûn. Lê di sala 2016’an de, ev hejmar gihişt 24’an.  Ji van16 jê mexdûrên îstîsmara zayendî bûn. Şerê ku tê meşandin,  pergala nirxên civakê hildiweşîne. Sedema zêdebûna bûyerên êrîşên zayendî jî ji ber şerê ku tê meşandine.”   ‘DIVÊ QÊRINA ZAROKAN NEYÊ BÊDENG KIRIN’   Çîmen, bang li civakê kir ku li dijî êrîşên zayendî bêdeng nemînin û wiha dawî kir: “Li dijî van nebaşiyan bi rêxistinbûyî bin. Divê kes û malbat bêdeng nemînin û qebûl nekin. Divê malbat li hemberî van bûyeran xwe tenê nebinin û netirsin. Lazime qêrîna zarok bê bihîstin û zarok neyê bêdengkirin. Dayîk,bav û hemû kes bila bizanibin ku li hemberî van êrîşan em çiqas bêdeng bibîn, ewê ewqas zêdetir bibe.”   MA/ Zeynep Dûrgût