Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Ji aliyê kesên nenas ve têm şopandin 2020-07-25 09:20:21   MERSÎN – Endamê Meclisa Ciwanan û Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Ferhat Kalkan, diyar kir ku 2 hefte ye ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve tê şopandin û ev tişt got: “Di demên pêş de heke rewşeke neyî biqewime berpirs van kesan in.”   Endamê Meclisa Ciwanan û Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Ferhat Kalkan, ji ber ku ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve tê şopandin serî li ŞAXA Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê da. Kalkan, da zanîn ku 2 hefte ne hem bi wesayîtê hem jî bi pêya tê şopandin.   'DIXWAZIN ÎLLEGALÎZE BIKIN’   Kalkan, destnîşan kir ku kesên wî dişopînin nasnake û wiha got: “Şopandina van kesan xebatên me yên siyasî asteng dikin. Xebatên meclisa me îllegalîze dikin. Ji ber vê sedemê nasîna me ya bi gel û ciwanan re tê astengkirin. Dema ku ez bi dormîşê diçim cihekî min bi wesayîteke sivîl dişopînin. Dîsa dema ku bi hevalên xwe re têm gel hev, ji dûr ve min dşopînin. Kesên min dişopînin diguherin lê wesaît heman wesayît in. Ev rewş kesên ku em bi wan re hevdîtin dikin jî qilqaldar dike. Ev ne tenê li dijî min li hemû endamên meclisa pêk tê. Em giliya vê rewşê kir.”   ‘BERPIRSYAR EV KES IN’   Di berdewamê de Kalkan, bi lêv kir ku ev ji bo astengkirina wan a hatine gel hev tê kirin û ev tişt anî ziman: “Ev tundiyeke dêrûnî ye. Lê ev hewldan me paşde nexînin, timik em ê di nav têkoşînê de bin. Em bi biryar in wê tu tundî me têk nebe. Kesên ku li dijî me tiştên wiha difikirin şaş difikirin. Wê negihîjin armanca xwe. Em di qada demokratîk de xebatên xwe bidomînin. Di demên pêş de heke rewşeke neyînî biqewime wê van kesan berpirsyar bin. Divê pêvajoya hiqûqî derbarê van kesan de bê destpêkirin.”   Piştî vê serlêdana xwe ya ÎHD’ê wê Kalkan, di rojên pêş de serî li Serodzgeriya Komarê ya Mersînê bi de û giliya kesên ku wî dişopînin bike.