Polîsan çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin 2020-07-25 12:37:50   STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 800’î de xwestin biçin Meydana Galatasarayê li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin lê carek din polîsan peşiya wan girt û asteng kirin.     Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer werin darizandin xwestin di hefteya 800’î de biçin Meydana Galatasarayê. Polîsan carek din pêşiya Dayikên Şemiyê girt û destûr nedan. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî piştgirî dan dayikan. Li ser astengiyê Dayikên Şemiyê û beşdar li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn. Kêliyek di navbera beşdarên çalakiyê û polîsan de gengeşe qewimî. Lê polîsan bi bariyer û mertalan pêşiya dayikan girt û destûr neda biçin Meydanê.    Li ser vê yekê dê Dayikên Şemiyê li ber ÎHD’ê daxuyanî dê bidin çapemeniyê.