Înîsiyatifê xwest 6 girtiyên li Kirikkale bên berdan 2020-07-25 12:54:54   ENQERE – Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 307'an de çalakiya ji bo girtiyên nexweş bên berdan berdewam kirin. Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa 6 girtiyên li Girtîgeha Kirikkale û got: "Bi kelepçeyan wan li rîngê suyar dikin û dibin nexweşxaneyê. Mafê wan ê tenduristiyê binpê dikin. Divê 6 girtiyên nexweş bên berdan."    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 307'an de ji bo balê bikişînin ser rewşa 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa  F a Kirikkaleyê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, daxuyanî da û bal kişand ser rewşa 6 girtiyên li Girtîgeha Kirikkale. Çevîrmen, anî ziman ku girtî ji azadiya xwe bêpar tên hiştin û got: "Girtî ji xeynî girtîgehê rastî gelek binpêkirinan tên. Bi hezaran girtiyên nexweş li girtîgehan li dijî nexweşiyên giran têdikoşin. Girtiyên nexweş di nava şert û mercên bê tenduristî de girtî ne. Mixabin gelek girtiyên nexweş jî nayên dermankirin. Gelek girtî ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale jî 20 girtiyên nexweş hene. Rewşa wan giran û di bin rîskê de ye."     Çevirmen, der barê rewşa girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ku li Girtîgeha Kirikkale dibîmin ev agahî dan:    “* Cihat Ozdemir:  20 salin girtî ye. Di mejiyê wî de 4 santîm nodul heye. Gelek caran ji ser xwe diçe û hêj teşhîsa wê nehatiye kirin. Nexweşiyên Hipermetrop, zuhabûna çavan, fitiqên pişt û stu pêre heye. Ji sedî 30 ker e. Di testistên wî de kist heye û enzîma varikosel, pankreas kêm e. Dîsa nexweşiya gurçikê, refluler, gastrit û gelek nexweşiyên din pêre hene. Sewqî Enqereyê hatiye kirin. Di 03'ê Kanûna 2019'an de li Enqereyê 60 heb tumor, tiroidî û bezê lengê girtin.    * Salih Gun: Nexweşiyê dil û fitiqa piştê ye. Ji ber otît a kronik e divê dem bi dem biçe bijîşkê guh qirik û difinê. Ji dilê xwe anjiyo bûye. Ji bo dermankirina fîzîkê sewq kirine, lê tenê10 seans kirine. Demek dirêj romatizma movikan heye.    * Îsmet Akin: Di sala 2012'an de ji zikê xwe emeliyat bû. Birînê wî hatin girtin, lê fistul bûye. Xwîn û nêm jê diherike. Di ziravê wî de kevir heye.    * Sinan Akbayir: Nexweşê Wernicke-Korsakoffê ye. Saziya Tipa Edlî guncav dîtiye ku 6 mehan cezayê wî taloq bikin. Teşhîsa Hiperlipidemî kirine. Fitiqa wî heye. Dîsa gastrita kronîk, reflu, kronik bronşit, nexweşiyên çav û guh heye. 3 caran emeliyat bûye û pir zor û zahmetiyê dijî.    * Resul Kocaturk: Nexweşê Hepatît a Otoimmunê ye. Nexweşiyên astim û e alerjik rinit heye. Di kezeba wî de Tiroid (Hipotiroidizm) heye. Ulsera mahde pêre heye. Nexweşiya irritabl kolon heye. Fitiq pêre heye. Dîsa nexweşê Wernicke Korsakoff ê ye.    * Zeynel Karabulut: Ji ber rojiya mirinê nikare li ser piyên xwe raweste. Divê bi dar bimeşe. Êdî gelek tişt nayên bîra wî. "    Çevîrmen, xwest girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale bên dermankirin û serbest bên berdan.