Li gel astengiyan jî dayikan qurnefîl danîn Galatasarayê: Polisan 3 kes binçav kirin 2020-07-25 14:01:45   STENBOL – Dayikên Şemiyê, li gel hemû astengiyan jî qurnefîl danîn Qada Galatasaray. Polisan mudaxaleyî malbatan kirin û 3 kesan jî binçav kirin.   Dayikên Şemiyê, di hefteya 800’emîn de xwestin ku ji bo çalakiya xwe ya ku ji bo hînkirina aqûbeta zarokên xwe û cezakirina faîlên wan li dar dixin, li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Lê polisan mîna hefteyên borî dîsa çalakiyê asteng kirin. Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav de Dayikên Şemiyê, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li hev kom bûn û xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin. Ji ber ku polisan destûr neda girse careke din vegeriya ber ÎHD’ê. Malbat ji vir çûn Qada Galatasaray.   Polisan malbatên ku li qadê hatin gel hev dorpêç kirin û destûr nedan daxuyanî bidin. Dayika Mûrat Yildiz ê windayî Hanîfe Yildiz, di bin dorpêçê de xwest qurnefîlan di destê xwe de deyne Qada Galatasaray. Polisan mudaxaleyî Yildiz kirin û ew ji qadê dûr xistin. Mirovê Şemiyê Yaşar Aksû ku ji ber vê yekê bertek nîşanî polisan da hat binçavkirin.    BINÇAV KIRIN   Xwişka Hasan Ocak ê windayî Maside Ocak û kekê Ridvan Karakoç ku cenazayê wî hatibû dîtin Hasan Karakoç gotin ku wê “Dev ji Galatasarayê bernedein” û qurnefîlên di destê xwe de danîn qadê. Polisan mudaxaleyî Karakoç û Ocak kirin û ew binçav kirin.    Li gel hemû astengiyan jî hevserokên giştî yên HDP’ê Bûldan û Sancar qurnefîl danîn Qada Galatasaray. Li ser navê Dayikên Şemiyê Pervîn Bûldan li vir daxuyanî da. Bûldan, bertek nîşanî mudaxaleya polisan da û diyar kir ku dîmenên ku derketine holê cihê şermê ye û got ku wê dev ji lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin.    PIRSÊN BÊBERSIV!   Bûldan, piştre ev pirsên bersiv kir: “Çibû ji hezkiriyên me yên di bin çavan de winda bûn? Kesên wan windakirina çima tên parastin? Çima li gel hemû şahid û delîlan darizandin nayê kirin? Çima mafê me yê xwe gihandina heqîqet û edaletê tê astengkirin? Desthilat li şûna ku van pirsên me bibersivînin rayeya xwe xerab bi kar tînin, dixwazin bi tundiyê me bêdeng bikin.”   CIHÊ SÛC!   Di berdewamê de Bûldan bal kişand ser qedexekirina Qada Galatasaray û ev tişt got: “Yek ji xebata destpêkê ya Pergala Hikumeta Serokkomariyê qedexekirina Qada Galatasarayê bû. Ji bo ku em neçinê 24 saetan qadê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirine. Qadê kirine cihê sûc. Gelo li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn di meriyetê de ye. Daxwaza me ya edaletê bi çekên giran tê tepisandin û weke sûc tê hesibandin.”   “EM Ê DEV JI GALATASARAY BERNEDIN’   Bûldan, destnîşan kir ku qedekirina Qada Galatasaray li hemberî maf û azadiyê êrîş e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binpêkirina dewletê ya Destûra Bingehîn û xerab bi kar anîn rayeyan sûc e. Divê civak bi bêdengiya xwe nebê hevparê vî sûcî. Di hefteya xwe ya 800’emîn de careke din îlan dikin ku em bi biryar in û em ê li maf û azadiya xwe xwedî derkevin. Heta ku Tirkiye nebe dewleta hiqûqê û demokratîk nebe em ê bêdeng nebin. Heta ku winda neyên dîtin û faîl neyên cezakirin em ê terka Galatasarayê nekin.”   Piştî axaftina Bûldan Mirovên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasaray.