Li Amedê nexweşxane têje bûn: Di 2 rojan de 20 kedkarên tenduristiyê bi koronayê ketin 2020-07-25 14:53:07   AMED – Li Amedê ku pêketiyên vîrûsa koronaye lê zêde dibin, nexweşxaneyên pandemiyê ku rojê  370 nexweş lê tedawî dibînin, têje bûn. Li bajar di 2 rojên dawîn de testên 20 kedkarên tenduristiyê pozîtîf derketin.    Amed, yek ji bajarên ku vîrûsa koronayê li wan bi lez belav dibeye. Li bajar her roj ji 100 kesî zêdetir mirov bi vîrûsa koronayê dikevin. Li nexweşxaneyên pandemiyê yên li bajar bi giştî rojane 370 kes tên tedawîkirin. Hat diyarkirin ku bi zêdebûna pêketiyên vîrûsê re nexweşxaneyên pandemiyê ku li wan têdawî tê dayîn, têje bûne.    ‘DI 2 ROJAN DE 20 KEDKARÊN TENDURISTIYÊ ENFEKTE BÛN’   Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Şîyar Guldîken, diyar kir ku ji destpêka pêvajoya vîrûsa koronayê re 285 kedkarên tendurisiyê bi vîrûsê ketine û wiha got: “Di 2 rojên de 20 di hefteya dawîn de 30 kedkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê enfekte bûne. Sedema vê yekê pêvajoya asayîbûnê. Divê wezaret berpirsyariya xwe bi cih bîne. Yekîneyên covîdên ên nexweşxaneyan têje bûne.”