Li Şirnexê sewqiyeta maşîneyên zirxî 2020-07-25 19:26:36 ŞIRNEX - Ji navçeya Cizîrê ber bi navenda Şirnexê ve gelek maşîneyên zirxê hatin sewqkirin. Îro 50 maşîneyên zirxî yên leşkerî ji navçeya Cizîrê ber bi navenda Şirnexê ve hatin sewqkirin. Derbarê sewqiyeta hat kirin de, tu agahî nehatin bi dest xistin. Li aliyê din, Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), demek dirêje li çiyayên Cûdî Gabarê yên girêdayî Şirnexê her tim operasyonên leşkerî pêk tîne. Di encama van operasyonan de gelek qadên daristina ên van çiyayan hatin şewitandin.