ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-26 09:00:23   * Rojnameger Rojbîn Denîz, derbarê şerê li Heftanînê diqewimin de, diyar kir ku Tirkiye bi hemû hêza xwe êrîş dike û got: "Şerê niha li Heftanînê tê meşandin,li gorî qanûnên şer ne exleqiye. Çekên ku tên bikaranîn kimyewî û qedexe ne. Ji ber wê li ser gundên derdorê pêşiya zirareke mezin vedike."    * Nûnera KCDP’ê Melek Onder, diyar kir ku piştî Peymana Stenbolê di sala 2011’an de hat îmzerkirin, cînayetên jinan kêm bûn û wiha got: “Erka siyasetmedaran ne weşandina peyamên sersaxiyê ye. Ger li ser wan qoltixan rûdinin wê demê berpirsiyartiyeke wan heye.”   * Jinên beşdarî atolyeya li ber peravên Mûnzûrê ya Pulurê hat lidarxistin bûn, di nava xwezayê de bi muzîkê re gehiştin hev.    * Ji bo ku hûn strêsa salê ya li ser xwe bavêjin, berê rêya betlaneya xwe teqez bidin Wanê. Bajarê ku bi hewaya xwe ya hênik, gol û cihên xwe yên dîrokî bi rovan dide hîskirin, bi taybetî di salên dawî de, bûye  cihê betlanê yê gelê herêmê.   * Derket holê ku piraniya welatiyên, di pêvajoya pandemiyê de hezar TL di çarçoveya Paketa Alîkariya Civakî girtin de, ji derveyî agahî û daxwaza wan, kirine endamê AKP’ê.     * Kuaforan, diyar kirin ku ew xweziya xwe bi rojên berê tînin û gotin: “Diviya bû hikumeta ji ber pêvajoya pandemiyê, alîkarî û krediya bêfayiz bide dikandaran.”   * Ji ekîba qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman 4 kesên din ji peywirê hatin girtin. 14 kesên heya niha ji peywirê hatin girtin, tevlî bi mîlyonan TL nelirêtiyên îhale, bertil û îmarê bûne.   * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sultangazi, dê li dijî tundî û kutina jinan li pêş lîseya Şaîr Abay daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)