Li dijî bêhiquqûyê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dêrsimê kir 2020-07-27 11:24:11 DERSIM - Mîthat Konak ê ji Navçeya Xozatê bi boneya girtina biraziya xwe yê 3 sal in girtî ye şermezar bike, beriya danişîna ku sibê bê dîtin bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dersîmê kir. Dersim Konak, 3 salin bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" li Girtîgeha Tîpa T a Hîlvana Rihayê girtî ye. Danişîna Dersim Konak de Edliyeya Dersimê bê dîtin. Beriya danişina Dersim Konak bê dîtin, Apê Dersim, Mîthat Konak ji bo girtina biraziya xwe şermezar bike balê bikişîne ser bêhiqûqiya heyî ji Navçeya Xozatê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dersimê kir. Mithat Konak ku astengdar e, diyar kir ku biraziya wî neheq girtî ye û bi sendeliya bi teker ji Xozatê berê xwe da Dersimê,    Konak, anî ziman ku biraziyê wî ji ber ku di 8'ê Adarê de li pêş wêneyê Sakine Cansiz  wêne kişandiye hatiye girtin. Konak anî ziman ku biraziyê wî neheq girtî ye û wiha got: "Tu delîl û belge tune. Her tim dozê taloq dikin. Her tim şahidê nepen hincet nîşan didin. Bi neheq 3 sal in girtî ye.     Danişîna Konak dê sibê li Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê bê dîtin.