TSK'ê di êrîşa hewayî de li Amediyê 2 sivîl kuştin 2020-07-27 12:31:21 NAVENDA NÛÇEYAN - TSK’ê li herêma Navçeya Amediyê ya Duhokê êrîşa hewayî pêk anî û 2 sivîl kuştin.    Balafirên şer ên aydî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Navçeya Amediyê ya Duhokê  êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de 2 welatiyên sivîl qetilkirin. Duh jî balafirên şer ên TSK'ê li bajaroka Bamernê 2 maşîne bombe kiribûn.  Li gorî nûçeya ROJnewsê welatî Dilovan Şahîn Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed ên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên heremê jî agahî piştrast kir.    HETA NIHA 9 WELATÎ HATIN KUŞTIN   TSK’ê heta niha li herêmê gelek êrîşên hewayî pêk anîn û di êrîşan de 9 sivîl qetilkirin. Di 17'ê Hezîranê de Ebas Mexdîd ê ku pêşmergeyê PDK'ê bû, di19'ê Hezîranê de 5 sivîl û di 24 Hezîranê de li navçeya Şarbajer 3 sivîl bombe kir.