Ji bo dîtna cenazeyê welatiyê fetisî lêgerîn didome 2020-07-27 13:24:46   ŞIRNEX – Lêgerîna ji bo dîtina cenazeyê Ramazan Yagbasan ê duh li Cizîrê ketibû Çemê Dîcleyê fetisîbû didome.    Li nêzî gundê Misûriyê yê girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê welatiyê bi navê Ramazan Yagbasan (65) ji bo xwe hînik bike ket Çemê Dîcleyê û fetisî û cenazeyê wî winda bû. Ji bo dîtina cenaze ji duh ve lêgerîn didome. Li esman bi droneyê û li çem jî komên rizgariyê li cenaze digerin.