HDP'ê li diji daxwaza pêşnûma Medya Înternetê şerh danî 2020-07-27 13:39:13   ENQERE - Rêxistina HDP'ê li dijî daxwaza AKP'ê ku dixwaze guhertinên der barê Medya Înternetê de bîne meclîsê, bi sedema “Pergala ku bê avakirin dê berdewamiya rêveberiya OHAL'ê be" şerh danî.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî daxwaza AKP'ê ya guhertina pergala Medya Înternetê ku ji 9 xalan pêk tê, şerh danî. Rêxistina HDP'ê di şerhê de diyar kir ku ev guhertin dê berdewama rêveberiya OHAL'ê be û ew vê yekê wisa qebûl nakin. HDP'ê destnîşan kir ku bi van guhertinan êdî gel dê nikaribe xwe bigîne agahiyên rast.