Zilam keç û hevjîna xwe kuşt 2020-07-27 21:16:07   MERSÎN – Li navçeya Anamûrê Îsmet Ateş, hevjîna xwe Sumeye Ateş ku pê re li ber berdanê bû û keça xwe Şûle Ateş qetil kir. Li navçeya Anamûr a Mersînê zilamê bi navê Îsmet Ateş, hevjîna xwe Sumeye Ateş ku pê re li ber berdanê bû û keça xwe Şûle Ateş qetil kir. Piştî ku bûyer hat bihîstin komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û tespît kirin ku her dû jinan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo otopsiyê cenazeyê Sumeyye û Şûle Ateş rakirin Nexweşxaneya Dewlete ya Anamûrê. Piştî bûyerê cendirmeyan kujer Îsmet Ateş binçav kir. Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin didome.