Parêzer Ûçar: Wan veguherî gora penaberan 2020-07-28 09:01:29   WAN - Endama Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Parêzer Jindar Ûçar, diyar kir ku êdî Wan veguheriye gora penaberan û got: “Ev rewş bingeha xwe ji polîtîkayên necezakirina kesên bazirganiya mirovan dikin, digire.”    Di 27’ê Hezîranê de, li Gola Wanê kêştiya penaber lê siwar bibûn noqî avê bû. Ji penaberên noqî avê bûn, heya niha cenazeyê 61 kesan hatiye dîtin. Xebatên lêgerîna penaberan hîna jî dewam dike. Cenazeyê 21 penaberên ji golê hatin derxistin, li Goristana Bêkesan a Wanê hatin definkirin û 20 cenaze jî bi navbeynkariya konsolosxaneyan teslîmî malbatên wan hatin kirin. 20 cenazeyên din jî li morgên nexweşxaneyên cuda yên Wanê tên rawestandin.    DIBE KU JIMAR ZÊDE BIBE   Endama Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Parêzer Jindar Ûçar, derbarê karesata keştiyê ya di Gola Wanê rû da de, axivî û wiha got: “Heya niha 61 cenaze hatin dîtin. Dibe ku ev jimar zêdetir bibe. Piştî karesatê me dest bi xebatan kir ku em xwe bigihînin malbatên penaberan. Bi wêneyên di destên me de em çûn Saziya Tipa Edlî (ATK) û me bi wêneyên cenazeyên 60 kesan re hatin beramberî hev. Di encamê de me nasnameya 5 cenazeyan tespît kir.”    GORA PENABERAN   Ûçar, diyar kir ku Wan veguheriye gora penaberan û wiha  bilêv kir: “Bajarê wanê nêzî sînorê Îranê ye. Ji ber vê penaber hewl didin li ser wanê xwe bigihînin cihên ku dixwazin biçînê. Di heman demê de ev rewş bingeha xwe ji polîtîkayên necezakirina kesên bazirganiya mirovan dikin e. Kesên bazirganiya mirovan dikin, vî karî ji bo qezenckirina perayan dikin. Ev kar ji bo xwe kirine, karê qezenca aboriyê.”    Ûçar, dest nîşan kir ji ber pêşîlênegirtina bazirganiya mirovan penaber jiyana xwe ji dest didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî bi organîzasyonên mezin, karê bazirganiya mirovan tê kirin. Daraz jî vê weke organîzasyonek ji 2 kesan pêk tê dinirxîne. Lê di rastiyê de ji sînorê Îran û Wanê bigirin, heya metropolan û ji wir jî heya welatên Ewropayê rêxistinek sûc li holê heye. Li gorî îfadeyên me ji penaberên mexdûr girtin, herî kêm 7 kes vî karî dikin. Yanî ev kar karê rêxistinekê û organîzasyonekê ye. Ji ber vê divê ev kar di çarçoveya rêxistina sûc de bê dest girtin. Ger di vê çarçoveyê de bê nirxandin, wê demê dê asta ceza jî zêde bibe. A rast, ev rewş bingeha xwe ji polîtîkayên necezakirina kesên bazirganiya mirovan dikin, digire.”    MA / Dîndar Karataş