Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû 2020-07-28 09:03:59   MÊRDÎN- Ji ber Kovîd-19’ê li nexweşxne û wargehên Mêrdînê cih nemaye. Li bajarê ku pergala tenduristiyê hilweşiyaye, xebatkarên tenduristiyê hişyar kir: “Dibe ku di cejnê de hejmar zêdetir bibe.”    Mêrdîn yek ji wan bajarên herêmê ye ku nexweşiya vîrûsa koronayê lê zêde ye. Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Mêrdînê duh ragihandibû ku li bajêr hejmara nexweşên Kovîd-19’ê nêzî 5 hezarî ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 200 xebatkarên tenduristiyê bi nexweşiyê ketine, nexweşxane û wargeh bi nexweşan tije bûne, nexweş sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê tên kirin û rojê tenê 140 tes tên kirin. Her wiha ragihandin ku nexweşîn li bajêr serî bi nexweşiyê re nayê derxistin. Wezîrê Tenduristiyê Faharettîn Koca jî rojek berê, bêyî hejmara nexweşan bide gotibû ku Mêrdîn yek ji 4 bajaran e ku nexweşiya zatûreyê li wan zêde ye.   Li bajêr her roj hejmara miriyên ji ber Kovîd-19’ê zêde dibe. Ji ber hejmar bi awayekî zelal nayê parvekirin, guman hene ku berî cejan qurbanê hejmara pêketiyan hîn zêde bibe. Bi rakirina tedbîran, li bajêr di serî de di wesayitên çûn û hatinê yên giştî de, bi tu awayî tedbîr nayên girtin. Her wiha derket holê ku testên şandine jî xirabe bûne. Di bernameya Wezareta Tenduristiyê ya “jiyan li malê ye” hema bêje tevahiya bajêr “herêma bi rîsk a bilind” xuya dibe.     Hevseroka Odeya Tabîban a Mîrdînê Dr. Derya Ethem û Hevserokê SES’a Şaxa Mêrdînê Ozgur Bîlek rewşa dawîn a Mêrdînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.      HEJMAR JI NIŞKA VE ZÊDE BÛ   Dr. Derya Ethem ragihand ku ji ber zanyarî bi awayekî zelal nayên parvekirin li ber destê wan zanyariyên teqez tune ne û ew agahiyan ji nexweşxane û xebatkarên tenduristiyê berhev dikin. Ethem diyar kir ku li bajêr hejmara nexweşan derketiye ser 5 hezarî û navçeya herî zêde nexweş lê jî Qoser e. Dr. Ethem bi lêv kir ku tevahiya nexweşxaneyên bajêr tije bûne û yên rewşa wan ne dijwar be nayên emeliyatkirin. Ethem wiha domand: “Li nexweşxane û wargehan cih tune ye. Di adar-nîsan-gulanê de hejmar bi sînor bû. Bi destpêkirina “asayîbûn”ê ya di 1’ê hezîranê de, hejmar jî nişka ve zêde bû.”     BINESAZIYA TENDURISTIYÊ RANAKE   Ethem aşkera kir ku testên tên şandin di ser kapasîteya unîteya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de ye û polîtîkaya tenduristiyê ya herêmî tune ye. Ethem destnîşan kir ku hekîm û xebatkarên tenduristiyê gelek ked didin û got: “Bi tu awayî têr nake û hejmara nexweşan a heyî di ser binesaziya tenduristiyê ya Mêrdînê de ye.”     ‘DIBE DI CEJNÊ DE HEJMAR ZÊDE BIBE’    Dr. Derya Ethem got ku li taxên derveyî bajêr ên nexweşîn nikaribû xwe bi hêsanî bigihandayê jî, hejmara pêketiyan zêde bûye û ew bi fikar in ku di cejna qurbanê de hejmar pirtir bibe. Ethem diyar kir ku vîrûs hîn jî baş nayê naskirin û ji ber zêdebûna pêketiyan hejmara miriyan zêde bibe; ji ber vê jî divê tedbir baş bên girtin.      XIZMETA TENDURISTIYÊ YA ASTA DUYEMÎN    Hevserokê SES’ê Bîlek jî bi bîr xist ku li Mêrdînê di destpêka pandemiyê de gel bi cidiyeta rewşê dizanibû û bêtir di bin kontrolê de bû. Bîlek axaftina xwe wiha domand: “Bi pêngavên di bin navê asayîbûnê de hatin avêtin, xwestin bidin xuyakirin ku her tişt di bin kontrola wan de ye. Bi awayekî xwezayî gel jî êdî bi baldarî tevnegeriya. Demên dawîn hema bêje em ji nexweşên din ên derveyî Kovîd-19’ê re xizmetê nakin. Hat wê astê ku em xizmetên tenduristiyên yên asta duyemîn nedin. Li gorî me sedem jî teqez polîtîkaya niha ye. Biryar li gorî rastiya heyî nayên girtin. Ji ber tijebûna nexweşxaneyên Mêrdînê em dizanin ku hejmar gelek zêde ye.”    HEKÎMÊN MALBATÊ ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN   Bîlek diyar kir ku her diçe asta qelîteya xizmetên tenduristiyê dikeve û ew neçar dimînin emeliyatên nexweşên derveyî Kovîd-19’ê taloq bikin. Her wiha Bîlek da zanîn ku hekîmên malbatê di xizmetdayînê de gelek zehmetî dikişînin û hejmara hekîmên pêketî derketiye asta herî jor. Bîlek destnîşan kir ku ew nizanin wê li Mêrdînê asta pêketiyan kengî derê asta herî jor û got: “Tê gotin ku girîngiyê nadin herêmê. Heke li Mêrdînê rojê tenê 140 test tên kirin, em ê bêjin ku li herêmê polîtîkayeke taybet di meriyetê de ye.”     Bîlek herî dawî got ku divê kêfxweşiya cejna qurbanê nebe xemgîniya me.    MA  /  Ahmet Kanbal