‘Bêcezahiştin wêrekiyê dide faîlên tacîz û tecawizê' 2020-07-28 09:05:10 WAN – Serokê Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Wanê Medenî Gur, diyar kir ku gotin û polîtîkayê desthilatê û awayên cezakirinê û qanûna înfazê rewşên ku wêrekiyê didin faîlên îstîsmarê derdixin holê.    Desthilata AKP’ê dixwest ku sererastkirina “Bi rêya zewacê efûkirina îstîsmara zarokan” bike Qanûna Înfazê, lê ji ber bertekên muxalefet û raya giştî dev jê berdabû. Niha dîsa tîne rojevê û dixwaze sererastkirineke qanûnî bike. Bertekên li dijî vê sererastkirinê berdewam dikin. Serokê Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Wanê Medenî Gur, derbarê polîtîkaya bêcezahiştinê û efûya ku dixwaze bike de axivî û diyar kir ku gotinên desthilatê wêrekiyê dide faîlan.    POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ   Gur, da zanîn ku di 20 sal in dawîn de îstîsmarkirina zarokan zêde bûye û wiha got: “Di vê zêdebûnê de bandora polîtîkayên bêcezahiştinê heye. Polîtîkayên ku tên afirandin, awayên cezakirinê û qanûna înfazê mixabin rewşên ku wêrekiyê didin faîlên îstîsmarê derdixin holê. Kesên ku sûcê îstîsmarkirina zarokan bikin jî heke 10 sal ceza bixwin jî dê tenê 5 sal di girtîgehê de bimînin. Ev rewş jî wêrekiyê dide faîlên îstîsmarê.”   ZEWAVA ZAROKAN TÊ MEŞRÛKIRIN   Gur, diyar kir ku li gorî sererastkirina bi rêya zewacê efûkirina faîlên îstîsmara zarokan, heke zarokek ketibe 14 saliya xwe, di navbera zaroka mexdûr û faîl de 15 sal ferq hebe, gilîkirina zarokê tunebe û mehra fermî hebe, terka cezakirinê tê kirin û ev tişt got: “Di rewşên wiha de faîl tê berdan. Heke zewaca wan 5 sal bidome dê faîl neyê cezakirin jî. Ev tenê bi serê xwe rewşeke ku wêrekiyê dide faîl. Ev hemû encama polîtîkayên civakî ku tên pêkanînin. Peywira dewletê ye ku beriya faîl zarokê îstîsmar bike zarokê biparêze. Divê dewlet polîtîkayên ku pêşî li îstîsmarê bigire biafirîne.”   ‘JI ÎSTÎSMARÊ RE BÊDENG NEMÎNIN’    Derbarê helwesta malbatan a ji bo îstîsmarê jî Gur, ev tişt anî ziman: “Divê malbatên ku zarokên wan tên îstîsmarkirin bêdeng nemînin. Divê malbat timik zarokên xwe bişopînin. Jiyaneke bi bandor a kuçeyan a zarokan heye. Divê malbat bandorên neyînî yên kuçeyan ji zarokên xwe re vebêjin. Em bang li malbatê dikin kut imik zarokên xwe bişopînin, îhmal nekin û çavên xwe ji îstîsmarkirina wan re negirin. Îstîsmarkirina zarokekî tê wateya reşkirina pêşeroja me. Ji bo ku pêşeroja me neyê reşkirin li dijî îstîsmarê derkevin.”