Bi sendelya bi teker gehişt Dêrsimê 2020-07-28 11:42:17   DERSIM - Berasteng Mîthat Konak ê ji navçeya Xozatê bi sendelya bi teker ber bi Dersimê vê meşiya, ji bo biraziya xwe ya 3 sal in girtiye, banga hestiyariyê li her kesî kir.    Danişîna doza derbarê Dersim Konak ê 3 salin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" li Girtîgeha Tîpa T a Hîlvana Rihayê girtî ye wê îro li Edliya Dersimê bê dîtin.    Apê Dersim, Mîthat Konak ê berasteng ji bo girtina biraziya xwe şermezar bike û balê bikişîne ser bêhiqûqiya heyî ji Navçeya Xozatê bi sendeliya bi teker dest meşa ber bi meşa Dersimê ve kiribû. Konak meşa xwe ber bi Dersimê li navenda Dersimê temam kir. Konak berî danişînê li Qada Seyît Riza daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku çalakiya wî li dijî bêedaletiyê, îsyane.   ‘EDALET TUNEYE’   Konak, da zanîn ku ji bo edalet pêk were, qesr hatine avakirin, lê edalet tuneye û wiha axivî: “Di şexsê biraziya xwe de, min ev çalakî ji bo Hayatî Gungorên ê girtî, parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirine de pêk anî. Biraziya min Dersim berî 3 salan dema 17 salî û zanîngeh dixwend, hat binçavkirin û girtin. Bi îfade û îdîayên cuda wê di girtîgehê de dihêlin. Tip dixwend. Lê jiyana zarokên me tarî kirin. Ji ber vê ez îsyan dikim. Ev çalakiya min jî ji bo vê ye.”   Konak bang li her kesî kir ku li dijî vê bêedaletiyê bi hestiyar tevbigerin û piştî daxuyaniyê ji bo ku danişîna biraziya xwe bişopîne çû Edliya Dersimê.