Bexçeyê qeyûm hişk bû 2020-07-28 12:18:26 MÊRDÎN – Qeyûmê Mêrdînê yê berê Mustafa Yaman Bexçeyê Tîkane çandibû û bi vî baxçeyî "propaganda" dikir. Baxçeyê ku 2,5 mîlyon TL pere lê xerç kir hişk bû.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Mustafa Yaman ku Wezareta Karên Hundir cara duyemîn, wekî qeyûm tayînî Mêrdînê kiribû, beriya ji Mêrdîn biçe, li semta Yenîşehîr Projeya Baxçeyê Tîkanê amade kir. Yaman ji sala 2016’an vir ve Baxçeyê Dîkane wekî amûrek "propaganda" bikar dianî. Baxçeyê ku bûbû amûra "Propagandayê" hişk bû. Projeya ku maalîyeta wî 2 mîlyon TL bû, lê Qeyûm 2.5 mîlyon TL xerç kir hişk bû. Her çend, diyar kirin ku dê di 19’ê Tebaxa 2019’an de ji hêla qeyûm ve were tamîrkirin jî, di  meha borî de derheqê projeya  baxçê de, biryara betal kirinê dan. Tê mereqkirin ku qeyûm dê  derheqê Projeya Baxçeya Tîkanê de, gaveke çawa biavêje.  Tê diyarkirin  ku ew proje ji ber metirsiye li herêmê dê bê rakirin.