‘Rêveberiya Şewbê feraseta Qeyûm e' 2020-07-28 16:26:45   RIHA - Endama Lijneya Navendî ya SES'ê  Selma Atabay, diyar kir ku rêveberiya Şewbê, feraseta rêveberiya qeyûm e û wiha got: "Şewba vîrûsê li herêmê di asta herî jor de ye. Ku tedbîr neyên girtin dê bêtir mirov jiyana xwe ji dest bidin."    Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û Odeya Tabîban a Herêmê têkildarî şewba vîrûsa corona (Covid-19) ku li herêmê zêde dibe, raporek amade kir û aşkere kir. Civîn li avahiya Şaxa SES'ê ya Rihayê li dar xistin. Di civînê de Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halis Yerlikaya, Endama Lijneya Navendî ya SES'ê Selma Atabay, Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Osman Yuksekyayla, Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elif Turan, Serokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Salih Karaştaş amade bûn. Endama Lijneya Navendî ya SES'ê Selma Atabay, anî ziman ku hêj pêla yekemîn a şewbê nexistine kontrolê û wiha got: "Şewb li bajarên herêmê zêde belav dibe. Wezareta Tenduristiyê û Midûrên Tenduristiyê yên bajaran vê şewbê cîddî nagirin û tedbîran nagirin.    Selma Atabay, anî ziman ku li gorî daneyên fermî, şewb di meha Hezîranê de herî zêde li bajarên herêmê belav bûye û got: "Şewb. li bajarên herêma Anatoliya Başûr û Rojhilat (bajarên Kurdan) derketiye asta herî jor. Hêjmara nexweşên li nexweşxaneyan zêde dibin. Nexweş li Amedê qat bi qat zêde dibin. Li Amedê zêdeyî 600 kes li nexweşxaneyan bi şewbê ne. Nêzî 100 nexweşên şewbê rewşa wan giran in. Di rojên dawî de rojê nêzî 300 kes bi şewbê dikevin. Li bajarên Wan, Mêrdîn, Dîlok, Riha, Êlih û Şirnexê jî heman tablo heye. Duh Şeref Yildiz li 5 bajaran gerandin cih nedît. Ji ber ku cih nedît jiyana xwe ji dest da. Li herêmê zêdeyî ji sedî 15 kesan bi vîrûsê dimirin. Li Tirkiye rêje ji sedî 10 derbas kiriye. Ku tedbîr neyên girtin dê zêdetir kes bi vîrûsê bimirin."   DIXWAZIN GELÊ KURD NEYÊN DÎTIN   Selma Atayab da zanîn ku şewb bi hemû leza xwe didome û got: "Dewlet ji berpirsiyariyê direve. Berpirsiyariyê davêje ser gel. Bi şewbê re dixwazin bi temamî êdî Kurd neyên dîtin. Li şûna Hevşaredarên ku bi vîna gel hatin hilbijartin qeyûm tayîn kirin. Çavkaniyên ku ji bo xizmeta civakê bên xerçkirin pêşkêşî hevkarên xwe dikin. Rêveberiya Şewba vîrûsê bi feraseta qeyûm tev digere."     TESTAN NAKIN   Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halis Yerlîkaya jî anî ziman ku rêveberiya Tirkiyeyê ji rêveberiya tenduristiya gel pir dûr e û got: "Li herêmê pirsgirêka herî zêde nebûna testan e. Yên nexwexş dikevin wan test nakin. Li tevahiya Tirkiye ji ber bi giştînameyê test dikin pirsgirêkên mezin bi xwe re tînin. Li gel ku hêjmar zêde dibe jî di sînorê testkirinê de tiştek nayê guhertin. Ji ber test nayên kirin gelek kesên bi şewbê ketine li nava bajar digerin û talûkê belav dikin. Dema em li beza belavbûnê dinerin, dê di hefteyên pêş me de rewş pir xerab be. Rîskên mezin li pêş me ne. "