Payebilindên Şaredariya Mêrdînê ji ber nelirêtiyê hatin binçavkirin 2020-07-28 20:35:36 MÊRDÎN – Hat zanîn ku gelek rayedarên li Şardariya Mêrdînê ya qeyûm birêve dibe ji ber nelirêtiyê û bertîlxwarinê operasyon hatiye birêvebirin û ew binçav kirine.  Piştî ku Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ê di 19’ê Tebaxa 2019’an de cara duyem wek qeyûm hat tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, piştî ji Mêrdînê ew vekişandin navendê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê şaredariyê de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn di çarçoveya bertîlxwarin û bêûsiliyê hatiye destpêkirin. Li ser vê yekê li dijî rêveberên payebilind ên Şaredariya Mêrdînê operasyon hat birêvebirin. Hat zanîn ku 15 rêveberên payebilind ên tev li gelek bertîlxwarin û bêûsûliyê bûne hatine binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.    Hat zanîn ku lêpirsîn di nava nepeniyê de hatiye birêvebirin û derbarê lêpirsînê de raya giştî bi awayek fermî nehat agahdarkirin.