Porspî bang li muxalefetê dikin: Bibin yek û tifaqa demokrasiyê ava bikin 2020-07-29 09:02:17   STENBOL – Bangawazên di nava “101 Porspiyan” de cih digirin û banga tifaqa demokrasiyê li muxalefetê dikin gotin: “Tifaqa demorkasiyê ne tifaqa sindoqê ye. Pêwîste di çarçoveya hiqûq û demokrasiye de hevkarî pêk were.”    “101 Porspî”yên ji rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, rojnamevan û hunermendan pêk tê bi belavkirina belavokekê diyar kiribûn ku ji ber rewşa nebaş a welat têde derbas dibe her kes di bin xetereyê de ye û banga tifaqa demokrasiye li muxalefetê kiribûn. Di wê belavokan belav kiribûn de hem îqtîdarê û hem jî muxalefetê rexne kirin.    Bangawazên tifaqa demokrasiyê Ertûgrûl Gunay, siyasetmedar Yaşar Okuyan û Dr. Nesrîn Nas ji ajansa me re axivîn.    NAS: NE BANGA JI BO TIFAQA HILBIJARTINÊ YE JI BO DEMOKRASIYÊ YE    Seroka Giştî ya ANAP’ê ya berê Dr. Nesrîn Nas diyar kir ku ya ku belavokê binirx dike ew e ku mirovên xwedî fikrên cuda ji bo siberoja însanan û fikarên wê hevpar bûn e. Nas bal kişand ser girîngiya pir demokratîkbûna Tirkiyê û got: “Em banga ku ji tifaqa sindoqê wêdetir e dikin. Banga me ne ji bo hilbijartinê ye, banga me ji bo tifaqa demokrasiye ye. Meseleya me ne ew mesele ye ku îqtîdarek nû were ser kar. Pêdivî bi asayîbûnek lezgînî û zemînek hevpar a Tirkiyê heye. Navê vê zemînê ew e ku em dikaribin biaxivin, muzakereyan bikin û li hev bikin. Navê vê zemîna demokrasiyê ye. Niha Tirkiye neçar e ku vê yekê ava bike. Divê em êdî em li derdora zemîna demokrasiyê bicivin.”    OKUYAN: EV HEYAMA HERÎ TARÎ YA KOMARÊ YE    Siyasetmedar Yaşar Okuyan ê ku di gelek partiyan de xebatên xwe siyasî birêve biriye jî destnîşan kir ku Tirkiye di serdema herî tarî ya dîroka komarê de derbas dibe û got: “Komar û demokrasi di pêvajoyek talûke de derbas dibe. Saziyek me ne di talûkeyê de be tune ye. Aborî têk çûye. Îqtîdar bi destê rejîma yek zilamî tê birêvebirin û di nava pergalek garabet de ye. Piştî geşedanên Ayasofyayê bangên xîlafetê tên kirin. Serokê Karên Diyanetê Ataturk şermezar dike. Em neçar bûn wek Porspiyan îqtîdarê bi metnekê şiyar bikin. Me aciziya xwe ku Tirkiye nebaş birêve diçe danî holê û em ji ber vê yekê bang li muxalefetê dikin û dibêjin tifaqa demokrasiyê saz bikin. Heke ev îqtîdar 18 sal bin li ser kar be divê ku muxalefet kêmasiya xwe bibîne û bifikire ku kêmasiya wan de ku de ye. Ji bo aqilek hevpar em bang li îqtîdarê û muxalefetê dikin û wan vedixwînin demokrasiye.”    GUNAY: TIRKIYE GELEK BELAV BÛ    Wezîrê Çand û Turîzmê yê berê Ertûgrûl Gunay jî wiha got: “Me fikr û ramanên xwe yên ji bo başiya Tirkiyê û ji bo welat ber bi nebaşbûnê ve neçe nêrîna xwe diyar kir. Tirkiye di warê bawerî û siyasetê û herêman de pir cuda bû. Diyalogek jî nemaye. Em gelek kesên ji mezhebên cuda belavokê îmze kir û tevî her tiştî jî dibêjin pir demokrasi, diyalog û têkiliyên şareza ango medenî hene. Êdî Tirkiye ber bi rejîmek totaliter ve çûye. Tirkiye wê di navbera dîktatoriyê û demokrasiye de tercîhek bike. Divê her kes li dijî rejîma totaliter di demorkasiyê û hiqûq de were gel hev. Beriya her tiştî divê li ser dewleta hiqûq li hev bikin. Pêwîste bi lezgînî her kes pêdiviya girîng a demokrasi û hiqûqê bibîne û ji bo wê gav biavêje. Piştî me belavokê belav kir jî gelek deng veda. Gelek aliyan belavoka me erênî dîtin û piştgiriyê didinê.”    MA / Nacî Kaya