Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Jiyana wan di talûkeyê de ye 2020-07-29 09:02:31   MÊRSÎN – Dayika Umît Temûr ê li dijî binpêkirina mafan di greva birçîbûnê de ye Melîha Temûr vê hişyariyê kir: “Jiyana zarokên me di talûkeyê de ye.”    Bişar Bîlen, Muhammed Fatîh Bîngol, Umît Temûr, Bahattîn Çelebî û Îhsan Taşdelen ên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê di girtî ne li dijî binpêkirinên mafên xwe û jimartina ji pêya di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê didome û rewşa girtiyan ber bi nebaşbûnê ve diçe.    ‘DENGÊ WAN BIBIHÎZIN’   Dayika Umît Temûr ê ji sala 2018’an ve girtî ye Melîha Temûr diyar kir ku ew roja îna derbasbûyî bi lawê xwe re bi telefonê hevdîtin kir. Melîha Temûr diyar kir ku lawê gotiye heta daxwazên wan werin qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin û got: “Divê xelkê me dengê girtiyan bibîhîze û piştgiriyê bidin wan.” Temûr destnîşan kir ku pêwîste zarokên wan li hepsan şerpeze nebin û heke girtî bigihîjin mafên xwe wê dawî li greva birçîbûnê bînin. Temûr bi bîr xist ku kurê wê sala par jî ketiye greva birçîbûnê û got: “Em ditirsin ku wê xeberek nexweş were. Hêj ji ber greva birçîbûnê ya par xwe me xwe komî ser hev nekiriye, ka wê ew çawa li girtîgehê baş bûbûn. Hêj me wan rojan ji bîr nekiriye.”    ‘JIYANA WAN DI TALÛKEYÊ DE YE’    Temûr bal kişand ser vîrûsa koronayê ya ji bo girtiyan metirsî ne û got: “Jixwe şewba koronayê heye. Em ji ber vê nexweşînê ditirsin. Niha jî binpêkirinên mafên wan derketiye. Ji bo koronayê tu tevdîr nehatine girtin. Masekekê jî nadin wan. Em gelek xemgîn in. Zarokên me ji bo mafên xwe di greva birçîbûnê de ne. Jixwe girtî ne. Lê zext wan bêtir tengav dikin. Jiyana zarokên me de talûkeyê de ye.”