Li dijî qeyûmê Mêrdînê operasyona nelirêtiyê 2020-07-29 11:44:02   MÊRDÎN - 10 rêveberên asta jor ên rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Qeyûm tayînî wê kiriye, duh hatin binçavkirin. Der barê 10 kesên Midûrê Bajar ê DEDAŞ'ê û muteahhid jî di navde hene berê MA'yê belgeyên wan ên nelirêtiyê weşandibûn.    Walî û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman ku 2 serdeman wekî qeyûm tayînî şaredariya Mêrdînê hatibû kirin, demek berî niha bi fermana Wezîrê Karên Hundir ew ji peyvirê girtibûn û kişandibûn navendê. Li şûna qeyûm Mustafa yaman Mahmut Demirtaş wekî qeyûm tayînî şaredariyê kiribû. Piştî qeyûmê nû tayînî şaredariyê hat kirin, der barê personelên şaredariyê de lêkolîn kir. Di encama lêkolîna mufetişan de bi sucdariya "Nelirêtî, bê usulî, zerar daye malê cemaweriyê, ruşwet hwd" der barê wan de lêpirsîn da destpêkirin û sûc tespît kirin. Piştî nelirêtî û bê usulî gihişt serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, Serdozgeriyê der barê personelan de biryana binçavkirinê derxist û duh 10 personelên şaredariyê bi heman îdeayê hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de der barê navên cuda de jî serlêdana sûc hatin kirin. Tê gotin ku der barê van kesên li wan gilî hatiye kirin dê kar û barê nû bê kirin.    NAVÊ NÊZÎ QEYÛM    Di lêpirsîna ku "Veşarî" hat meşandin" de, Midûrê Kent A.Ş. Yunus Emre Akça yê ji aliyê Qeyûmê berê Mustafa Yaman ve hatibû peyvirdarkirin jî hatiye binçavkirin. Tê zanîn ku Akça biraziyê Yaman e. Piştî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê hat kirin, Akça li avahiya xwe wêne kişandin û bi çêrê ku ji Hevşaredarê Mêrdînê yê HDP'î Ahmet Turk re kiribûn tê nasîn. Akça, di heman demê de dema hin xebat dikir di bin navê “komisyonê” de ruşvet/Bertîl jî xwar û wekî "Yüzde10 Emre" tê naskirin.    Tê zanîn ku Akça wekî kesê mutahîdên ku li şaredariyê kar dikin diyar dike û ji sedî 10- 15 komîsyonê ji mutahîdan distîne. Akça, di heman demê de dema Yaman ji peyvirê hat girtin, dîmenên kamera jê birine û bi jêbirina dîmenên kamerayê tê tawanbarkirin. Hat zanîn Akça bi sûcên "Zerar dayê malê cemaweriyê, neliretî û bertîlan (ruşvet)" tê tawanbarkirin.    Têkildarî mijarê Ajansa Mezopotamya (MA) berê jî nûçe çêkiribûn. MA bi lîngên jêr Nûçe weşandibûn.    http://mezopotamyaajansi22.com   http://mezopotamyaajansi22.com   FESATÎ TEV LI ÎHALEYAN KIR   Yek ji kesa hat binçavkirin Seroka Daîreya Kontrol û Parastina Derdorê Fusun Karaboga ya ku ji peyvirê hatibû girtin e. Karaboga dema di daîreyê de kar dikir, belgeyên fesadî tev li îhaleyan kiriye û îhaleyên xeyalî kirine hatibûn bi dest xistin. MA ev belge derxistibûn holê. Belgeyên ku MA derxistibû holê di lîngên jêr de hatibû weşandin:    (http://mezopotamyaajansi22.com/search/content/view/81532?page=1&key=72b67f7ecb3037bb09c3f83896a5cef9)   ‘SÛCDARKIRINA DER BARÊ KOMÎSYONKAR ERDOLU'    Yek ji kesên hatin binçavkirin Bulent Erdolu ye. Berê der barê Erdolu de jî belge hatibûn bi dest xistin. Erdolu hem Memûrê Protokolê yê Şaredariyê û hem jî şê Walîtiya Mêrdîn bû. Di heman demê de şewîrmendê Mustafa Yaman bû. Erdolu dema îhaleya şeredariyê dida fîrmayan di bin navê "komisyon" de bertîl (ruşvet) digirt. Têkildarî mijarê MA nûçeya şêr weşandibû:    http://mezopotamyaajansi22.com   http://mezopotamyaajansi22.com   MIDÛRÊ DEDAŞ'Ê JÎ BINÇAV KIRIN   Yek ji kesên hat binçavkirin jî Midûrê DEDAŞ'ê yê Mêrdînê Mehmet Bulut e. DEDAŞ'ê ji 14'ê Gulanê heta niha li gundên çoltarê yên Mêrdinê bi hinceta "Fatûrê ceyranê nedane" ceyran ji ser gundan qut kiriye. Hat zanîn ku di 16'ê Mijdara 2016'an de dema  yekem car qeyûm tayînî şaredariya Mêrdînê hati kirin, Bûlut kirin Cîgirê Serokê rêveberê şîrketa Kent A.Ş. Bulut ji nelirêtî bê usuliyê tê tawanbarkirin.    Yek ji kesên hat binçavkirin Sînan Yildirim e. Sînan Yildirim ku serokê Daîreya Rêyên Çoltarê ye, demek berê ji aliyê Qeyûm Yaman ve tayînî Wekîltiya Serokê Rêveberiya Kent A.Ş. kiribû. Sinan Yıldırım, tenê di îhaleyên asfalt û rêyan de 352 milyon û 453 hezar 738 TL nelirêtî kiribû. Yildirim navê wî dinava 10 îhaleyên cuda de derbas dibe. Piştî HDP'ê nelirêtiyê wî tespît kir ji peyvirê hatibû girtin. Nûçeya der barê neliretiya Yildirim de hatibû weşandin wiha ye.    http://mezopotamyaajansi22.com   MA / Ahmet Kanbal