Bavê 5 zarokên wî girtî jiyana xwe ji dest da 2020-07-29 12:26:19   COLEMÊRG - Ahmet Ertunç ê 5 zarokên wî girtîne, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Ahmet Ertunç ê 58 salî ku 5 zarokên wî li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê girtî ne, jiyana xwe ji dest da. Bav Ertunç, duh qeyrana dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan Ertunç jiyana xwe ji dest da. Xizm û malbata Ertunç cenazeyê Ertunç li Goristana Yenimahalle ya Bajar defin kirin. Ertunç 5 zarokên wî li girtîgehên cuda yên tirkiye girtî ne.    Ahmet Ertunç ku li Colemêrgê bi cih bûye, li 5 zarokên wî bi giştî 81 sal cezayê girtîgehê birîne. Zarokên wî li Girtîgehên Tekirdag, Amed û Wanê girtî ne. Kurê wî Firat li Girtîgeha Tîpa T a Amedê, Murat û Recep li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, Alî û Ferhat jî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ne.    BERÊ QALA GIRTINA ZAROKÊN XWE KIRIBÛ   Ahmet Ertûnç, beriya jiyana xwe ji dest bide ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî bû. Ertunç li Colemêrgê dijî, 5 zarokên wî girtî ne. Zarokên wî li Amed, Tekirdag û Wanê di girtîgehê de ne û bi giştî 81 sal ceza li wan hatiye birîn. Kurê wî Firat di Girtîgeha Tîpa T a Amedê, Mûrat û Recep di Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê û kurên wî Alî û Ferhat jî di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de ne. Bav Ertûnç, da zanîn ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 16 sal ceza li kurê wî yê mezin Ferhat; bi heman tawanbariyê 25 sal ceza li Mûrat; bi heman sûcî 14 sal ceza li Alî hatiye birîn û li Recep jî ji du dosyeyan bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" 14 sal ceza û li Ferhat jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal ceza hatiye birîn.    ERTUNÇ WIHA GOTIBÛ:    "Sirf zarokên min ji ber mirovên birûmet bûn hatin girtin. Bi salan e bi zanebûnî ceza li zarokên min tê birîn. Hîn cezayê wan ê dosyeyekê naqede ji dosyeyeke din ceza li wan tê birîn. Zarokên min daxilî tu bûyeran nebûne, lê bi salan e dîl hatine girtin. "Mûrat û Recep birine Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê. Ji ber rewşa me ya aborî nebaş e em salê carekê jî nikarin wan bibînin. Ferhat birine Girtîgeha Tîpa T a Amedê. Her duyên din jî di Wanê de ne. Îjar em ê biçin serdana kê û neçin a kê? Tenê sedeme vê heye, dewlet dixwaze bi vî awayî min û diya wan tev de jî ceza bike. Mûrat û Recep biraziyên xwe qet nedîtine. Xwestin ez wan jî bi xwe re bînim, lê ji ber rê dûr e min nikaribû kurê xwe û bûka xwe bibe. Ez bi meaşê xwe yê teqawidbûyî hem debara xwe dikim hem jî a zarokên xwe. Gava ez ji meaşê xwe yê teqawidbûnê heqê kirê derdixim di dest min de 950 lîre dimîne. Ancax mehê pere ji yekî ji wan re dişînim. Gava lazmatiyeke wan î girîng hebe mecbûr ji qûtê malê dibirim û dişînim. Her çend em pir zehmetiyê bikişînin jî lê em serbilind in. Zarokên min tiştekî şaş nekirine. Em heta dawiyê li pişta wan in."