Operasyona nelirêdiyê: Ligel Midûrê DEDAŞ'ê 5 kes girtin 2020-07-29 13:36:43   MÊRDÎN - Dadgeha Mêrdînê, Midûrê DEDAŞ'ê yê Mêrdînê jî di navde 5 personelên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînî wê kirine, bi hinceta nelirêtî kirine, girtin û şand girtîgehê.     5 personelên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm Mustafa Yaman tayînê wê kiribûn, bi sucdariya nelirêtî kirine hatin girtin. Piştî Mahmut Demirtaş wekî qeyûm tayînî şûna qeyûmê berê Mustafa Yaman hat kirin nelirêtî derketin holê. Piştî qeyûmê nû tayînî şaredariyê hat kirin, der barê personelên şaredariyê de lêkolîn kir. Di encama lêkolîna mufetişan de bi sucdariya "Nelirêtî, bê usulî, zerar daye malê cemaweriyê, ruşwet hwd" der barê wan de lêpirsîn da destpêkirin û sûc tespît kirin. Piştî nelirêtî û bê usulî gihişt serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, Serdozgeriyê der barê personelan de biryana binçavkirinê derxist û duh 10 personelên şaredariyê bi heman îdeayê hatin binçavkirin. Midurê Kent A.Ş. û Midûrê Dicle Elektrik Dağıtım A.Ş. (DEDAŞ) yê Mêrdînê Mehmet Bulut, Karmendê Protokola Walîtiyê û Şaredariyê Bulent Erdolu, Serokê Daîreya Rêyên Çoltarê Sinan Yildirim, berpirsiyarê karê şaredariyê Mehmet Derviş Duzgoren, Şeyhmus Demir û Ahmet Acay hatin girtin û şandin girtîgehê.