Hevserokê DBP'ê yê berê Kayar 15 rojin wenda ye 2020-07-29 16:03:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê DBP'ê yê Sêrtê yê Berê Alî Kayar  ji 15’ê tirmehê ve wenda ye. Nûnera HDP’ê ya Hewlerê Muzeyyen Gûneş, der barê wendabûna Kayar de diyar kir ku ji bo dîtina Kayar, lêgerîneke cîdî nayê kirin.    Hevserokê DBP'ê yê Sêrtê yê berê Alî Kayar ji 15’ê tirmehê ve li Silêmaniyê wenda bûye û agahî jê nayê girtin. Kayar ku ji ber cezayê wî hatibû erêkirin, derbasî Silêmaniyê bûbû. Kayar, nêzî 9 salin li Silêmaniyê dije. Kayar di heman demê de karê înşaetê dikir. Nûnera HDP’ê ya Hewlerê Muzeyyen Gûneş der barê mijarê de agahî dan û diyar kir ku ji bo dîtina Kayar di nav hewlêdanan de ne û wiha got: "Em dixwazin Kayar demeke nêz de bê ditin. Alî Kayar  li Sêrtê hevserokê DBP'ê yê berê ye. Ji ber ku cezayê wî yê bakur hatiye erê kirin, li başûr bi cih bû. Nêzî 9 sal in li Başûr e. Zêdeyî salekê ye li Silêmaniyê û Hewlerê  dijî. Li wir di şîrketekê de karkerê taşeroniyê dike. Di 15 Tirmehê serê sibehê seat 7'an de ajokarê şîrketê wî ji malê bir kar. Ji bo ku amûrên ji  şîrketê re pêwîst bikirin, çûn danûstandinê. Asayîşa Erbatê derbas kirin. Ev di dîmenan de jî xuya dike. Piştre çûn pêwistiyên înşaatê kirîn. Amûr dan ajokar û ew bi xwe neçû. Pişt re dema hevalên wî lê geriyan telefona wî girtî bû. Li ser vê yekê çûn malê, lê ne li malê bû jî. Piştî ku me xwe negihijandê, me dest bi lêgerînê kir.”    ‘DIVÊ ASAYÎŞ LÊKOLÎN BIKE’   Guneş, xwest asayişa bajêr hesasî nêzî bûyerê bibe û got: "Herî dawiyê me serî li asayîşê da û me xwest her kes eleqeder bibe. Em agahî jê nagirin. Heta niha ji kesekî gefek xwariye, yan jî pirsgirîkek bi çi rengî  kişandiye em nizanîn. Çend roj in em lê digerîn. Lê hêj me agahî negirtiye. Pêwîste asayîş derbixe holê ku ev kes çawa wenda bû ye. Em li dijî vê helwestê bi bertekîn, pêwîste asayîş zêdetir lêkolîn bike. Em dixwazin bê dîtin."