Kesên ji ber Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 659'an 2020-07-29 19:54:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê ragihand ku îro li Tirkiyê 14 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan û 942 kes jî bi vîrûsê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên vîrûsa koronayê parve kir. Koca diyar kir ku îro 14 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 942 kes jî bi koronayê ketine. Koca, got bi daneyên îro re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 5 hezar û 659 kesan û bi giştî 228 hezar û 924 kes bi koronayê ketine.