Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo zarokên herêma erdhejê kampanya dan destpêkirin 2020-07-30 09:00:48   WAN – Meclîsa Ciwanan a HDP’a Wanê ji bo zarokên li gundên Elbakê bûne mexdûrên erdhejê kampanyaya pêlîstok, pirtûk û lixwekirinê da destpêkirin.     Meclîsa Ciwanan a HDP’a Wanê ji bo zarokên li gundên Elbakê bûne mexdûrên erdheja di 23’ê sibatê de rû dabû kampanya da destpêkirin. Ciwanan kampanyaya pêlîstok, pirtûk û cilan da destpêkirin. Kampanya wê mehekê bidome û pişt re dê ev alav li zarokan werin belavkirin. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Arjîn Tuncer diyar kir ku ji bo mexdûrên erdhejê alîkariya pêwîste nehatiye kirin û ew ê bi zarokên bûne mexdûrên erdhejê re piştevaniyê mezin bikin û divê her kes destek bide kampanyaya wan.   JI BO ZAROK TRVAMAYÊ JI SER XWE BIAVÊJIN    Tuncer da zanîn ku ew piştî erdhejê gelek caran çûne herêmê li gazin û pirsgirêkên xelkê mexdûr bûne guhdar kirine û got: “Me li wir çavdêrî kir ku dewletê tiştek nekiriye. Tifaqa AKP-MHP’ê her tim edebiyata biratiyê dike lê em wan di pratîka wan nas dikin û tiştek ji bo herêmê nekiriye. Me carek din viya dît. Ji bo alîkariya pêwîste nehatiye kirin me çavdêr kir ku zarok pir di bin tesîra erdhejê de mane. Jiyana însanan di konan û konteyniran de didome. Herî dawî lehiyek li wir rabû. Zarok carek din ketin bin tesîra lehiyê. Em jî difikîrin ku kampanyayê bidin destpêkirin û di encamê de me kampanya berhevkirina pêlîstok, pirtûk û cilan da destpêkirin.”    ‘HÛN JÎ ZAROKAN BEXTEWAR BIKIN’    Tuncer anî ziman ku wê kampanya mehek bidome û got: “Kesên dixwazin daxilî kampanyayê bibin wan pêlîstok, pirtûk û cilan dikarin bînin avahiya HDP’ê ya Wanê. Ji niha ve piştevaniyek mezin heye. Gelek kesan pêlîstok, pirtûk û cilan anîn gihandin me. Li Stenbolê jî ji bo vê kampanyaya me xebat tê birêvebirin. Bi dawîbûna kampanyayê re em ê tiştên ku me berhev kiriye bibin li zarokan belav bikin. Zarok ji tiştên wiha gelek bextewar dibin. Ji bo xwedîderketina vê kampanyayê em dixwazin her kes bibe hevparê vê bextewariyê.”