'Ji bilî nanûzikê xwe, em tiştek din nafikirin’ 2020-07-30 09:04:31   AMED - Dikandar û firoşkarên seyyar ên Amedê, diyar kirin ku li gorî salên derbas bûyî, kirîn û firotinên cejnê pir kêm bûne û dan zanîn ku ew ji bilî nanûzikê xwe, tu tiştekê din nafkirin.   Di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de, krîza aborî ya Tirkiyeyê kûrtir bû. Bi vê re di cejna duyemîn a bê pîrozkirin de, dikandar û firoşkarên seyyar ên Amedê, dîsa tişta xwestin bi dest nexistin. Yek ji cihên Amedê yên herî zêde kirîn û firotina cejnê lê tên kirin, sûka navçeya Sûr a dîrokî û Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ye. Ji ber bandorên krîza aborî û şewba vîrûsê, ew qerebalixtiya berê xuya nake û pir jî kêm bûye.    Ligel ku jimara dikandar û firoşkarên seyyar kêm bûne jî, firoşkar ji kirîn û firotinên heyî ne razîne. Tevî hemû neraziyên xwe jî, şerim dikin ku ji kamerayan re rewşa dijîn vebêjin. Dema pirsa sema vê yekê tê kirin jî, bersivên “Em ditişin biaxivin. Wê serê sibe me ji malên me bigirin” didin.    Firoşkarekê seyyar ê li Cadeya Gevranê ya Semta Ofîzê pantolonên kot difiroşe û nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ew naxwaze ji kamerayê re biaxive û got: “Medya civakî jî qebûl kirin. Ma hîna emê çawan bi axivîn.”   ‘NIZANÎN ÇI DIKIN’   Mûrat Îyîsoylû yê li Cadeya Gazî ya navçeya Sûrê dermanê kulîçeyan difiroşe, da zanîn ku îsal kar tuneye û wiha axivî: “Min berê her sal, ji her cureyekê dermanên kulîçeyan 5 kîlo di anî û 3-4 rojan de xilas dibû. Lê niha min tenê 5 kîlo anîne, hîna min nîv kîlo jî nefirotiye. Kar nemaye. Kirîn û firotin pir kêm bûye. Karê me li ber rehma Xwedê ma ye. Hêviyên me ji rayedarên dewletê heye, lê ew çi dikin em nizanîn.”   Îyîsoylû, dest nîşan kir ku cejnên berê pir bi keyfxweşî derbas dibin û wiha xweziya xwe bi cejnên berê anî: “Qet nebe di navbera muşterî û firoşkaran de keyfxweşî û rûyekê bi ken hebû. Niha em di vê germê de rûdinin hewl didin hilberînên xwe bi firoşin. Dema kirîn û firotin jî kêm be, wê demê em aciz dibin. Ji ber vê şer derdikeve. Ji xwe navbera civakî tuneye. Mirov di derdê debara xwe dene. Nexweşî ne di xema wan de ye.”   'SEKTORA KAR MIRIYE’   Dikandarekê li Cadeya Gevran ê nexwest navê xwe bide jî, da zanîn ku sektora kar miriye û wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev pêvajo çareser bibe.”   Îbrahîm Yaman jî, anî ziman ku ew bi firotina cuzdanan hewl dide debara mala xwe bike û wiha bilêv kir: “Kirîn û firotin kêm bûye. Di salên çûyî de, min 4 qat zêdetir cuzdan di anîn û difirotin. Lê îsal firotin pir kêm bûye.”    'JI BILÎ NANÛZIKÊ XWE, EM TIŞTEK DIN NAFIKIRIN’   Azîz Uluişik ê li Bulwara Înonu telefonan temîr dike jî, da xuya kirin ku êdî hêza kirinê nemaye û wiha wiha axivî: “Mirov êdî ji bilî nanûzizkê xwe, tiştekê din nafikirin. Pê bawer bin ku em ê di salên bên de li van cejnan bigerin. Hikumet dibêje krîz tuneye. Yaredarên dewletê, di nava luksê de dijîn. Ma ew dikevin krîzê? Krîz tenê li me dixe. 30-30 mîlyar meaşe digirin. Ez emekdarim, du guhên min kerin, lê ez dîsa jî ji neçarî dixebitim. Ez hezar û 600 lîre meaş digirim. Milyarekê didim kirê. Ka ezê çawan derbara xwe bikim. Her tişt biha bûye. Êdî em nikarin tiştekê li gorî dilê xwe bikirin.”