KCD û DBP'ê hişyariya Kovîd-19'an kirin 2020-07-30 12:51:15 AMED - KCD Û DBP'ê, bang li gel kir ku bergiriyên xwe li dijî Kovîd-19'an bigirin û di Cejna Qurbanê de bi baldartir nêz bibin.   Kongreya Civaka   Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bal kişandin ser zedebûna pêketî û mirinên ji ber şewba vîrûsa Korona  (Kovîd-19) ên li herêmê zêde bûye û xwestin welatî di Cejna Qûrbanê de, bergiriyên xwe bigirin û hesas tevbigerin. Di daxuyaniya nivîskî ya KCD û DBP'ê de wiha hat gotin: "Bergiriyên li tevahiya welat hatine girtin, ne ji bo 'tenduristiya gele' û hêzên ewlekariya dewletê bi hinceta pêvajoya pandemiyê, zor û tundiyê li gel dikin. Her roja diçe şewb zêdetir dibe. Di vê mijarê de, dewlet weke ku rewş baş bûye her roj parvekirinan dike. Lê di rastiyê de şewb balev dibe û di serî de bajarên me yên weke Amed, Riha, Mêrdîn, Wan û Şirnexê di rewşekê ku bûne navenda şewbê. Dewletê civakê bi şewbê re rû bi rû hiştiye. Divê gelê me jî li gorî vê yekê bergiriyên xwe bigirin û hêviyê ji tu kes û  hezên nakin. Ger li Kurdistanê bergirî neyin girtin, dûre wê kes nekare pêşiya vê şewbê bigire. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe dikin ku bergiriyên xwe yên li dijî Kovîd-19 bigirin û di Cejna Qurbanê de bi baldarî tevbigerin."