Polîsek tîmê taybet li Nisêbînê întîhar kir 2020-07-30 13:35:21 MÊRDÎN – Hat îdîakirin ku li Nisêbînê polîsek tîmê taybet întîhar kiriye. Hat îdîakirin ku polîsek tîmê taybet li taxa 8’ê Adarê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê rûdinê bi demançeya xwe întîhar kir. Piştî ku bûyer hat bihîstin gelek polîs û xebatkarên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Xebatkarên tenduristiyê tespît kirin ku polîs miriye û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.    Dozgerê Komarê li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî.