Daxwaza berdana Tîmtîk û Unsal hat redkirin 2020-07-30 15:01:27 STENBOL - Daxwaza berdana parêzerên di rojiya mirinê de Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal a piştî rapora ATK'ê ya "Nikarin di girtîgehê de bimînin" hatibû dayîn, hat redkirin.    Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê rapor da parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên ku ji bo mafê xwe yê darizandinê biparêzin ketine rojiya mirinê û diyar kir ku nikare di girtîgehê de bimînin. Parêzeran piştî raporê ji bo berdana Tîmtîk û Unsal serî li 37'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dan. Lê dadgehê daxwaza berdanê ya parêzeran red kir. Çalakiya rojiya mirinê ya Ebrû Tîmtîk di roja 210'emîn deye û ya Aytaç Unsal jî di roja 179'emîn deye. Her ku diçe rewşa wan girantir dibe. Ger parêzer neyin berdan wê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bidin.