Li Lîcê goristan şewitandin 2020-07-30 15:51:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên bi boneya Cejna Qûrbanê çûn goristana navçeya Lîcê, dîtin ku goristan hatiye şewitandin. Hevserokê Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya pê re xwestin goristanê ziyaret bikin, lê bi hinceta “operasyonê” hatin astengkirin.    Bi boneya Cejna Qûrbanê, goristina li Amed û Stenbolê hatin ziyaretkirin. Gelek kes beşdarî serdanên goristanan bûn û li ser goran dua hatin xwendin.    AMED    Bi boneya Cejna Qûrbanê, gorîstanên gundên Çemê Elîka û Sîsê yên girêdayî navçeya Lîcê û gundê Pîrejman a navçeya Pîran ên Amedê hatin ziratkirin. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn û Nûrettîn Maçîn, Hevserokê MEDYA-DER’ê Yuksel Polat, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizim û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane tevlî serdanê bûn.    GORISTAN ŞEWITANDIN   Goristana li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ku di nava 5 salan de rastî gelek êrîşan hatin, di şewbata 3 rojan a li Lîcê de şewitî. Parlamenter û kesên bi wan re di ketin goristanê de dîtin ku goristan bûye xelî. Ji ber şewbatê dar û lebatên di goristanê de hemû şewitîne. Koma ku çû zerdana goristanê, şewata li goristanê hîna jî dewam dikir bi derfetên xwe vemirandin.    ‘KEVÎR LI SER KEVIR NEHIŞTINE’   Yek ji jinên beşdarî serdanê bû, wiha bertek û hewara xwe anî ziman: “Ez nizanim ku ezê çi bibêjim. Gelo jig oran çi dixwazin? Ma dilê wan na şewite? Kevir li ser kevir ne hiştine.”   ‘DI CEJNÊ DE DÎLÊ DAYÎKAN ŞEWITANDIN’   Parlamenter û kesên bi wan re şewata li goristanê vemirandin û dûre di goristanê de daxuyanî dan. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, di daxuyaniyê de axivî û wiha go: “Me carek din bi hilweşandina goran re, dijminantiya desthilatdariyê ya li dijî kurdan dît. Bi van êrîşan wê tu carî nekarin tiştekê bi dest bixin. Wê tu kes nekare bi van êrîşan, vî gelî ji têkoşîna ya aştî û azadiyê dûr bixe.”    ‘EV ÊRÎŞ NAYÎN QEBÛL KIRIN’   Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî, diyar kir ku carek din, dilê dayikên dixwazin di cejnan de zarokên xwe bibînin şewitandin û wiha got: “Ev êrîşek bêwijdan û bêexlaqe. Çi dibe bila bibe emê xwedî gorên xwe derkevin. Ev êrîş nayîn qebûl kirin.”   Hevserokê MEBYA-DER’ê Yuksel Polat jî, da zanîn ku ew her sal, dibin şahide dîmenên wiha û dest nîşan kir ku ewê tu carî va êrîşan qebûl nekin.    Endamên partiyê û malbat, piştî daxuyaniyê ji goristanê veqetiyan.    ‘EM Ê XWEDÎ CENAZEYAN DERKEVIN'   Parlamentera HDP’ê Dersim Dag û koma bi wê re jî, goristana li Gundê Çemê Elika ziyaret kirin. Dag, li goristanê axivî û diyar kir ku êrîşên li dijî goristanan dilê hemû mirovên bi wijdan dişewitîne. Dag, da zanîn ku li dijî goran çiqas êrîş hebin jî, ewê dîsa xwedî li goristanan derkevin.    AYDENÎZ Û YÊN PÊRE HATIN ASTENGKIRIN   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û koma bi wan re jî xwestin goristana li Gundê Pîrejman a Pîranê ziyaret bikin. Lê leşkeran bi hinceta “operasyon heye, em nikarin ewlekariyê bigirin” rê li trafîqê girtin û destûr nedan ku derbasî gund bibin.    ‘QEYMEQAM NIKARE BIRYARÊ BIDE’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li vê derê daxuyanî da û wiha got: “Qereqok bi hincetên şewbê û operasyonê destûr nade ku gel cejna xwe pîroz bike. Ji mafdariya me ditirsin. Wateya vê jî, kaosa ku dewlet ketiye navê ye. Em nêzîkatiya qeymeqamtiyê şermezar dikin. Ji ber ku qeymeqam nikarin derbarê wekîlan de biryar bidin.”    Aydenîz û koma pê re piştî daxuyaniyê, gorên 35 PKK’iyên di sala 1995’an de, jiyana xwe ji dest da bûn, ên li navenda bajêr ziyaret kirin.     STENBOL   Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe Winda kirin (ANYAKAY-DER) jî, bi boneya Cejna Qurbanê, gorên li gelek cihên Stenbolê ziyaret kirin. Goristana Ihlamurkuyu ya li Umraniyê, Goristana Kanarya ya li Kuçukçekmece û Goristana Kayabaşi ya Çatalca hatin ziyaret kirin. Rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), malbatên xizmên xwe winda kirine û gelek welatî beşdarî ziyaretan bûn.    Di serdanan de, kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn û ji bo wan dua hatin xwendin.