Çawa F bi ser neket, wê T jî bi ser nekeve 2020-07-31 09:00:53 MÊRSÎN – Girtiyê berê Mahmût Karabûlût, rewşa girtîgehên tîpa T ku tim û tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, nirxand û got: “Girtîgehên tîpa F ji bo radestkirina vînê çêkirin, lê piştî dîtin ev girtîgeh bêerk man, vê carê jî girtîgehên tîpa T xistin dewrê. Sibê wê girtîgehên tîpa T jî bêerk bibin.”  Mahmût Karabûlût ê 60 salî ku gelek caran hat girtin û 15 salan di girtîgehê de maye, girtîgehên tîpa T nirxandin ku di demên dawî de bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne. Karabûlût, bilêv kir ku bi girtîgehên tîpa T armanc teslîmgirtina girtiyên siyasî ye û gt: “Jê re dibêjin girtîgeh, lê wekî malekê be. Ew der ne mal e, girtîgeh e. Cihwarine ku mirov hepsî wan tên kirin û qaşo lê tên kedîkirin. Cihwarê zext û îşkenceyê ne.”    ARMANC DÎZAYNKIRINA CIVAKÊ YE    Karabûlût, destnîşan kir ku tê xwestin di ser girtîgehan re civak bê dîzaynkirin û got: “Yek ji serdemên tarî yên girtîgehan, serdema 12’ê Îlonê ye. Nav û dengê Girtîgeha Jimare 5’an a Amedê dinyayê hejand. Ji zilmên sistematik ên heya niha tên kirin, a herî mezin li wir hat kirin. Çanda girtîgehan a Tirkiyeyê li ser vê yekê hatiye avakirin. Car carina ev qîm nekiriye û rabûne bi tipine cuda girtîgehine din ava kirine. Armanca avakirina girtîgehên bi tîpên cuda, şikandina berxwedana gitiyan û teslîmgitina wan e. Lewma modelên cuda ava dikin. Armanc teslîmgirtina girtiyan e. Qirkirina mirovan di ser vê re tê kirin.”    PIŞTÎ TÎPA F BI SER NEKET…   Karabûlût ku got “Gava model û pêkanînên heyî têr nakin, modeline sistematiktir çêdikin û bi vî awayî dixwazin bi kesayetiya mirovan bilîzin, wan teslîm bigirin û di ser mêjiyê mirov re nasnameyeke nû biafirînin” destnîşan kir ku ev feraseta faşîsan û dijî mirovahiyê li gor xwe hin konseptên girtîgehan afirandine. Karabûlût, bilêv kir ku modela tîpa F mînaka herî berbiçav e û got: “Girtîgehên tîpa F, girtîgehine taybet in. Bi taybetî gava dîtin girtiyên siyasî ji a xwe danekevin û teslîm nayên girtin, wekî konsepteke nû hat ferzkirin. Ev proje, li dijî kesên çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyê pêk hatin. Bi vê re xwestin mirovên tektîpî biafirînin, teslîm bigirin û qaşo kedî bikin. Lê li dijî vê jî berxwedanek cidî hat kirin û bedêl hatin dayîn. Dû re hat dîtin ku girtîgehên tîpa F jî qîm nakin û bi van girtîgehan nagihên armanca xwe. Aniha jî dest bi avakirina girtîgehine hîn komplîketir kirine. Yek ji vana jî girtîgehên tîpa T ye. Li gor wan ev modern in û wê bi kêrî xizmeta wan bên. Halbûkî ev girtîgehn bixwe ne. Malên îşkenceyê ne. Ev, wê tim û tim bi binpêkirinên mafan bên bibîranîn. Zext, îşkence û binpêkirinên mafan tim tên kirin û didomin û bi vî awayî tê xwestin civak bê dizaynkirin. Heger bi ser nekevin wê tipine din ava bikin.”    Karabûlût, anî ziman ku hewldanên bi vî rengî yên ji bo teslîmgirtina vînê hewldanine bêhûde ne û got: “Tim tekrarê dikin. Nikarin li hemberî vîna mirov bitêkoşin. Hele gava ev girtiyên siyasî, yanî mirovên di warê civakî de xwedî hesasiyet bin, wê nikaribin bi rihetî mirovan dîl bigirin. Ew, çi dibe bila bibe wê li ber xwe bide.”    Karabûlût, destnîşan kir ku pergala heyî bûye sedema texrîbatên mezin û got: “Nikarin bi guherandina tîpên girtîgehan, tîpên mirovan biguherînin. Projeya wan hemû sînordarkirina mirovên girtine bixwe ye. Hûn nikarin bi jiholêrakirina mafên mirovan, mirovan rehabîlîte bikin. Ji dêvla vê pêdivî lihevkirineke civakiyî û projene ku karibin meseleyên me yên civakiyî hel bikin, heye. Ji dêvla ku civakê rihet bikin, berevajî dixwazin bi zext û zoriyan, bi zilmê dizayn bikin. Ev bi kêrî kesî nayê. Çawa ku îro girtîgehên tîpa F bêerk man, wê girtîgeên tîpa T jî bi heman awayî bêerk bimînin. Binpêkirinên mafan ên pêk tên, di dîroka vî welatî de wê wekî lekeyeke reş bên qeydkirin.”