Wê bi boneya cejnê alîkariya Êlihiyan bikin 2020-07-31 09:02:11   ÊLIH - Komek karsazên konyayî bi boneya Cejna Qurbanê wê li Êlihê goşt li 800 malbatî belav bikin.    Komek karsazên konyayî yên li Ewropayê dijîn, bi boneya Cejna Qurbanê wê li Êlihê goşt li 800 malbatî belav bikin. Karsazên ku nexwestin navê wan bê aşkererekirin, wê di ser komeke 30 kesiyî goşt belav bike. Wê kom, li Taxa Cûdiyê, li 800 malbatî goşt belav bike.    Sewalvan Sabrî Aydin, bal kişand ser girîngiya piştevaniya tê kirin û got: "Di van rojê krîz û pandemiyê de, piştevanî girîng e. Hem xêr, hem jjî piştevanî ji bo hatina cem hev a mirovan tiştekî girîng . Divê em hewl bidin ku piştevaniyên bi vî rengî zêdetir bibin. Min jî bêyî qezenc tevkariya vê piştevaniyê kir."    Aydin, got: "Me jî piştgirî da konyayiyên bi piştevanî tev digerin. Li taxa me herî kêm 30 kes, alîkariya vê piştevaniyê kir. Hin ji di warê krîna heywanan de piştgiriya wan kirin, hin jê jî heywan ji gundan anîn bajêr. Her wiha dê 5 kes jî çar rojan li ser hev heyewnan şer jê bikin û dû re wê goşt bê belavkirin."